Xwendekaran daxwaza domandina perwerdeya bi zimanê dayikê kirin
- 13:16 15 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekarên bajarên Girkê Legê û bajarokê Rimêlanê çalakiyên xwe yên ji bo redkirina biryara sînordarkirina perwerdeya bi zimanê kurdî li dibistanan a Wezareta Perwerdeyê didomin, xwendekaran daxwaza misogerkirina mafê domandina perwerdeya bi zimanê dayikê kirin.
Çalakiyên xwendekarên bajarê Girkê Legê û Rimêlan ên li herêma Cizîrê yên ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ya têkildarî perwerdeya bi zimanê kurdî û sînordarkirina wê didomin.
Di vê çarçoveyê de xwendekar li pêşiya dibistana Şehîd Şîlan a li bajarokê Rimêlan çalakiyeke protestokirinê li dar xist, di çalakiyê de xwendekaran girêdana xwe ya bi mafê perwerdeya bi zimanê kurdî nîşan dan. Xwendekaran daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kirin.
Xwendekaran di çalakiyê de destnîşan kirin ku zimanê dayikê beşeke esasî ya nasname û çandê ye, perwerdeya bi zimanê dayikê mafeke nabe ku pêk neyê, parastina zimanê kurdî û misogerkirina mafê nifşên bê girîngiyeke û bang li aliyên peywendîdar kir ku bersiva daxwazên wan bide û biryaran careke din li ber çaan bigirin.
Çalakiya protestokirinê bi berzkirina slogana “Bê ziman jiyan nabe” bi dawî bû.







