Li Sancaktepê bernameya 25'ê Mijdarê

  • 13:06 15 Mijdar 2026
  • Rojane
STENBOL - Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ya Sancaktepe ya Stenbolê bi minasebat 25'ê Mijdarê bernameyek li dar xist û bang li jinan hat kirin ku beşdarî çalakiyên 25'ê Mijdarê bibin. 
 
Meclîsa Jinan Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Sancaktepe ya Stenbolê bi minasebeta 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li Dijî Tundiya li Hemberî Jinan bernameyek organîzekir. Bername li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Sancaktepeyê pêk hat. Hevseroka DEM Partiyê ya Stenbolê Arîfe Çinar, Dayikê Aştiyê û gelek jin beşdarî bernameyê bûn. 
 
Arîfe Çinar, di bernameyê de axivî û bal kişand ser dîroka 25'ê Mijdarê û felsefeya "Jin jiyan azadî".  Arîfe Çinar bang li jinan kir ku beşdarî çalakiyan bibin û got: "Ji bo aştiyeke civakî bê afirandin dê li her qadê xebatên xwe bidomînin." 
 
Herî dawiyê jî Arîfe Çinar, da zanîn ku dê 25'ê Mijdarê de li Tunela Taksîmê dê meşek mezin bê lidarxistin û banga tevlîbûnê li jinan kir.