Tülay Hatimogullari: COP31 li dijî xezayê lutkeya talanê ye
- 13:39 14 Mijdar 2026
- Ekolojî
ANTALYA - Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari li Antalyayê bertek nîşanî talana ekolojîk a di bin sîwana COP31ê de da û diyar kir ku sermeyadar COP31 ji bo domandina pergala xwe ya talanê dikin perde û wiha got: “Di van rojên ku çek bêdeng bûne de, sermaye bileztir dikeve bajarên Kurdan û xwezayê talan dike.”
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari beriya Lûtkeya Avûhewayê ya Gelan li oteleke li Konyalaltiya ya navçeya Antalyayê bi dirûşma “Li dijî vîtrîna COP31ê em jiyanê diparêzin” civîneke çapemeniyê li dar xist.
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku desthilatdarî COP31ê ji bo talana xwezayê dike perde û bal kişand ser pêvajoya heyî û wiha got: “Îro di van rojên ku em pêvajoya aştî û civaka demokratîk diaxivin û çek bêdeng bûne de, em ketina kapîtalîzm û sermayeyê ya bi lezeke mezin ber bi bajarên Kurdan ve dibînin.”
‘COP31 ji bo berdewamiya pergala talanê dikin perde’
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku berî çend rojan li navçeya Alîaga ya Îzmîrê di kargeha hesin û pola ya HABAŞê de di encama cînayeta kar de 19 kedkaran jiyana xwe ji dest dane û ev yek bi hirsa karê ya şîrketên ku beşdarî COP31ê dibin rave kir û ev tişt anî ziman: “Cînayeta kar a ku ji ber îhmala patronên tenduristî û ewlehiya karkeran paşguh dikin û wekî perçeyek hesin nêzî karkeran dibin, pêk hatiye. Karkerên ku dixwazin vê cînayeta kar protesto bikin jî ji aliyê patronan ve bi cendirmeyan lêdanê dixwin. Em vê yekê tu carî qebûl nakin.”
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser beşdariya dewlet û şîrketan a li COP31ê û wiha domand: “Dibêjin ku ew di nava lêgerîna ’em ê çawa cîhanê rizgar bikin’ de ne. Lê belê ev hemû ji bo berdewamiya pergala ku cîhanê ber bi tarîtiyê ve dibe û qesta jiyana hemû zindiyan dike, COP31ê dikin perdeyek. Pergala sermayeyê û kapîtalîzma hov ketiye derdê zêdekirina karê xwe û talankirina xwezayê her ku diçe kûrtir dike. Ez hemû têkoşerên ku dibêjin ‘xweza, av û hewa ne ji bo firotinê ne’ û li dijî COP31ê têkoşîna alternatîf dimeşînin, bi rêz silav dikim.”
‘Tirkiye kirine navenda gelaşê ya Ewropayê’
Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku desthilatdariyê COP31a Antalyayê veguherandiye panoyeke reklamê û wiha pê de çû: “Vê desthilatdariyê Tirkiye kiriye navenda çopê ya Ewropayê û kiriye hêza kar a erzan a sermayeyê. Li Tirkiyeyê hûn berê xwe bidin kîjan alî, hûn rastî qadeke ekokirimê tên. Di nexşeyên madenan ên hatine weşandin de hûn nikarin xaleke vala jî bibînin.”
‘Niha bajarên Kurdan kirine hedef’
Tulay Hatîmogullari bal kişand ser êrişên ekolojîk ên li bajarên Kurdan û ev hişyarî da: “Îro di van rojên ku em li Tirkiyeyê pêvajoya aştî û civaka demokratîk diaxivin, di van rojên ku çek bêdeng bûne de, em ketina kapîtalîzm û sermayeyê ya bi lezeke mezin ber bi bajarên Kurdan ve dibînin. Em dibînin ka li bajarên Kurdan xweza çawa tê talankirin. Ji bo tiştên li Egeyê, Behra Reş û Behra Spî kirine zêdetir bikin, niha bajarên Kurdan kirine hedef.”
‘Ne avhewayê, pergalê biguherînin’
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku ax, dar û zozan ji bo gel ne meta ne, rasterast perçeyek ji jiyanê ne û pergala kapîtalîst dixwaze mirovan ji hawîrdorên wan qut bike. Hatîmogullari berxwedanên ekolojîk ên li herêmên cuda bi bîr xist û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hê hefteyên borî li Ahmet Kervanpinarê, li Zozana Perşembeyê ya Orduyê, li gundên Gimgimê (Varto) yên Mûşê, li Gumuşxane, Uşak û Artvînê li her derê têkoşîna jiyanê heye. Îtîrazên li Giyadîna (Diyadin) Agiriyê jî perçeyekî gelekî bihêz ê vê têkoşînê ne. Eger desthilatdariyê ji vî welatî û axa wî hez bikira, yasaya bi hejmara 7554an ango yasaya talanê dernedixist. Me li dijî vê yasayê muxalefeteke bihêz meşand û me bang kir ku ‘ne avhewayê, pergalê biguherînin”







