Yuksel Genç: Divê Komara Demokratîk bi azadiya jinan bê avakirin

  • 15:56 14 Mijdar 2026
  • Rojane
SEMSÛR - Koordînatora SAMER'ê Yüksel Genç, di panela derbarê "Komara Demokratîk" de axivî û diyar kir ku "Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk" ji bo jinan derfetên girîng pêşkêş dike da ku jiyana xwe ji nû ve ava bikin. Yuksel Genç her wiha anî ziman ku têgeha "Komara Demokratîk" divê ne tenê bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve were sînorkirin.
 
Li Semsûrê, panela bi sernavê "Argumanên ji bo Gotara Komara Demokratîk û Cih, Mîsyon û Rola Jinan di Aşitiyê de" hat lidarxistin. Çalakî, ku li Salona Konferansê ya Abdulhamit Han a li navenda bajêr pêk hat, ji aliyê parêzer Melisa Barış ve hat birêvebirin. Koordînatora Navenda Lêkolînên Qadê (SAMER) Yüksel Genç û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahit Kırkazak wekî axaftvan beşdar bûn. Li salona ku nûnerên gelek sazî û platformên demokratîk jî lê amade bûn, pankartek bi nivîsa "Niha, bi dema jinan re, em ê aştiyê û Komara Demokratîk ava bikin" hat daliqandin.
 
Panel, ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, bi du deqîqe rêzgirtinê dest pê kir.
 
'Entegrasyona demokratîk tê wateya veguherîna dewletê'
 
Cahit Kirkazak bal kişand ser wê yekê ku di pêvajoya entegrasyona demokratîk de pêdivî bi veguherîna dewletê heye û her wiha girîngiya mijara nasnameyê anî ziman. Cahit Kirkazak diyar kir ku dewlet-netewe li ser siyasetên ku nasname û baweriyên cihêreng paşguh dikin hatine avakirin û got: “Mijara nasnameyê di vê demê de xwedî girîngiyeke mezin e. Dewlet-neteweyan bi hewldana tunekirina nasnameyên din xwe ava kirine; ew van nasname û baweriyên din wekî aliyên danûstandinê yên rewa qebûl nakin. Derbarê çareseriyê de, Birêz Ocalan aniye ziman ku ‘sosyalîzma reel’ bersivê nade. Berevajî vê, pêvajoyeke cuda heye: entegrasyona demokratîk. Di vê çarçoveyê de, entegrasyon tê wateya nêzîkbûna dewletê li civakê. Dewlet ne navenda giraniyê ye; divê ew rêveberiya xwe, aboriya xwe, siyasetên têkildarî jinan û pêkhateyên xwe yên burokratîk û sazûmanî biguherîne. Entegrasyona demokratîk, di bingeh de, veguherîna dewletê ye."
 
‘Divê em nîqaş bikin ka em ê çawa jiyanê ji nû ve biafirînin’
 
Yuksel Genç diyar kir ku divê jin ne tenê daxwazên xwe yên ji bo edalet û azadiyê bînin ziman, lê her wiha divê ji bo pêkanîna van daxwazan têbikoşin û wiha berdewam kir: “Piştî ewqas berxwedan, êş û îradeya ku hatiye nîşandan, tişta ku em heq dikin êdî ne tenê axaftina li ser edalet û azadiyê ye; her wiha ne tenê şîngirtina ji bo jinên ku hatine kuştin e –ku hejmara wan ewqas zêde bûye ku şopandina vê jî bûye têkoşîneke serbixwe. Em ê çawa jiyanê biafirînin? Em ê çawa dawî li kuştina jinan bînin? Em ê çawa biryarê bidin ka em dixwazin çawa bijîn? Em ê çawa jiyanê ji nû ve biafirînin? Em ê çawa misoger bikin ku ew jiyana ku em diafirînin, nebe qada tundî, mirin, zilm an jî dûrxistina kesan? Divê em nîqaş bikin ka em ê çawa hemû van tiştan bi hev re ava bikin  û ya girîngtir, divê wêrekiya me ya ji bo vê yekê hebe. Pir girîng e ku em di kûrahiya xwe de hem maf û hem jî hêza pêkanîna vê yekê bibînin. Wekî civakek ku neçar ma heta ji bo mafê axaftinê jî têbikoşe, divê em xwedî li mafê xwe derkevin  û hêza xwe bibînin ku em bikarin , biafirînin, biryar bidin ka em dixwazin çawa bijîn û prensîb û nirxên wê jiyana ku em ji bo xwe hildibijêrin, diyar bikin û ava bikin.”
 
Yuksel Genç diyar kir ku azadiya jinan û wekheviya zayendî di avakirina Komareke Demokratîk de cihekî bingehîn digirinû anî ziman ku nêzîkatiyeke ku li ser bingeha wekheviya di navbera jin û mêran de hatiye pêşxistin, dikare têkiliyên wekhevîxwaz di navbera nasnameyên cûda de jî xurt bike.
 
Panel, piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû.