Vîyan Hebabî: Entegrasyon divê vîna Êzîdîyan biparêze

  • 09:08 14 Mijdar 2026
  • Rojane
Rojda Aydin-Aysel Işik
 
ŞENGAL - Ji Fermandarên YJŞ û YBŞ’ê  Vîyan Hebabî, di nirxandina peymana entegrasyonê ya ku di 26’ê Cotmehê de li Çiyayê Şengalê bi hikûmeta Iraqê re hat îmzekirin de, diyar kir ku ev peyman gaveke dîrokî ye di têkoşîna parastina cewherî û rêxistinbûnê de, ku civaka Êzidî bi salan e dimeşîne. Vîyan Hebabî teqez kir ku divê Êzidî pêşeroja xwe bi vîna xwe ya azad diyar bikin û anî ziman ku pêvajoya entegrasyonê divê bi awayekî pêş bikeve ku mafên îdarî û leşkerî yên gel misoger bike.  
 
Di 3’yê Tebaxa 2014’an de, bi êrîşên DAÎŞ’ê yên li ser Şengalê re, Êzidî yên ku fermana 74’an jiyan, careke din xwe di nava gefa qirkirinê de dîtin. Piştî van êrîşan, Êzîdîyan hêzên xwe yên parastina cewherî ava kirin û di bin banê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) de xwe bi rêxistin kirin. Di 26’ê Cotmehê de, yekîneyên ku di berxwedana li dijî DAÎŞ’ê de roleke girîng lîstibûn, li Çiyayê Şengalê peymana entegrasyonê bi hikûmeta Iraqê re ragihand.
 
Ev peyman ku di têkoşîna Êzîdîyan a ji bo bidestxistina statûyê de gaveke girîng tê dîtin, deriyê qonaxeke nû vedike, derbarê paşeroja Şengalê û rewşa hêzên wê yên xweparastinê de.
 
Me derbarê pêvajoya entegrasyonê de ji fermandarên YBŞ û YJŞ’ê Vîyan Hebabî re li Çilmêra ku li Çiyayê Şengalê ye axivîn, ku her wiha ew di sala 2014’an de, di dema fermanê de, di temenê 16 saliya xwe de tevlî refên hêzên parastina cewherî bûbû. Vîyan Hebabî behsa rola jinan ji dema berxwedana li dijî DAÎŞ’ê ve, girîngiya parastina cewherî û nêrînên xwe yên derbarê pêvajoya entegrasyonê de kir.
 
 
*Em niha li ku derê ne? Hûn dikarin hinek behsa vê derê bikin?
 
Em niha Çilmêranê ne. Di Çiyayê Şengalê de cihê herî bilind e. Hemû Çiyayê Şengalê ligel Êzîdîyan xwedî cihekî gelekî girîng e. Lê belê hinek cih hene zêdetir girîng e. Bi taybetî Çilmêra cihekî wisaye ku di fermanê de bi hezaran Êzîdîyan berê xwe da Çilmêra. Li Çilmêra hem berxwedan hat meşandin û hem jî DAÎŞ’ê nikaribû xwe bigihîne vê derê. Di heman demê de ev der bi hezaran Êzîdî hembêz kir. Di hemû fermanan de Çiyayê Şengalê ji hemû Êzîdîyan re hembêza xwe vekir. Di sala 2014’an de jî bi vî rengî bû. Ji ber vê yekê jî Çiyayê Şengalê cihekî pîroz û bi nirx e ji bo civaka Êzîdî.
 
*We behsa Çiyayê Şengalê kir û we li vê derê peyman îmze kir. Hûn dikarin behsa girîngiya dîroka Çiyayê Şengalê bikin? Çima peymana entegrasyonê li vê derê hat îmzekirin?    
 
Çiyayê Şengalê ne bi tenê ji Êzîdîyên Şengalê re her wiha ji hemû Êzîdîyan re xwedî cihekî girîng e. Di hemû fermanan û rojên tarî de civaka Êzîdî karibîye xwe di vê çiyayî de biparêze. Cihekî berxwedanê ye. Di vî çiyayî de gelek qehremanên Êzîdî pêş ketine, gelek berxwedan çêbûye. Gelek şehîd di vî çiyayî de hatine dayîn. Civaka Êzîdî wisa bawer dike ku Çiyayê Şengalê tu carî neketiye destên DAÎŞ’ê û Çiyayê Şengalê tu carî serê xwe ji dijmin re netewandiye. Me ji pêşiyên xwe çîrokên ku guhdar kiriye û di jiyana xwe de dîtiye Çiyayê Şengalê tu carî serî netewandiye.
 
 
Di fermana 2014’an de jî Şengal tevahî ket destên DAÎŞ’ê. Çiya bi tenê di çemberê de ma. Lê bi mudaxaleyên gêrîlayên azadiyê çiya bû cihê berxwedanê. Ji ber ku tê de gelek qehremanên Êzîdî derketine. Di 2014’an de civaka Êzîdî ku lê sitirî û karîbûye biryara berxwedanê bide. Civaka Êzîdî di 2014’an de karîbûye biryara bi rêxistinbûyîna xwe di vî çiyayî de bide. Civaka Êzîdî jî wisa bawer dike ku; ger çiyayê me ji destên me derbikeve li pişta me tu tiştekê me namîne. Ev heqîqetek e. Çiyayek ku li pişt civakekê be ne mimkûne ku ew civak bin bikeve. Dibe ku êrîşên dijwar û zextên dijwar çêbibin û bedelên giran bên dayîn, lê belê cihekî ku civak karîbûye xwe biparêze çiyan e. Ji ber vê yekê jî ji civaka Êzîdî re jî Laleş heca Êzîdîya ye, cihê herî pîroz e. Lê belê piştî Laleşê Çiyayê Şengalê tê. Ev çiya ew qas girîng e ji bo civaka Êzîdî. Çiya cihê berxwedan û cihê biryardayîna civaka Êzîdî di 2014’an de xwe bi rêxistin bike û berxwedana xwe bidomîne. Ne bi tenê merasîma entegrasyonê, gelek merasîmên rojên girîng hene bi taybetî li çiyan tên lidarxistin. Ji ber ku Çiyayê Şengalê xwedî cihekî stratejîk e, cîranên Êzîdîyan hewl dane xwe di vê çiyayê de bi cih bikin.
 
Ji ber vê jî heta niha Êzîdî karîbûye vî çiyayî biparêze û çiya jî karîbûye Êzîdîyan biparêze. Di vê xalê de biryar hat girtin ku merasîmeke wisa li çiya bê lidarxistin. Di dîroka Êzîdîyan de cara yekemîn e ku merasîmeke bi vî rengî tê lidarxistin. Di dîroka Iraqê de jî cara yekem e tiştekî wisa çêbûye. Di dîroka Iraqê de heta niha gaveke wisa nehatiye avêtin. Ji ber ku hem girîngiya vê merasîmê hebû û hem jî çiya bi xwe jî xwedî girîngiyekê ye. Ji ber vê yekê biryar hat dayîn ku ew merasîm li vî çiyayî were lidarxistin ku ew roj jî rojek dîrokî bû. Hêzên Êzîdîyan ên parastinê bi hikûmeta Iraqê re di bin îdareyek qanûnî de divê karibe parastina civaka xwe bike, hem di aliyê sîyasî û hem jî di aliyê leşkerî de naskirina civaka Êzîdî ya ji aliyê hikûmeta Iraqê ve çêbibe. Di dîroka Êzîdîyan û Iraqê de tiştekî bi vî rengî cara ewil e pêk tê.
 
*Dema ku entegrasyon hat îmzekirin hûn jî li wê derê bûn. Dema ku hûn li wê derê bûn hêstên bi çi rengî hebûn? Her wiha piştî fermanê we di nava YBŞ û YJŞ’ê de cih girt. Piştî 2014’an vir ve jî di jiyana we de çi guhertin pêk hatin?
 
Di hemû civakan de daîma jin bi êrîşan re rû bi rû hatine hiştin. Jin tune hatine hesibandin. Hat xwestin ku jin bê vîn bên hîştin. Di wê astê de nikaribe li ser jiyana xwe biryarekê bide. Nêrînên jinê nayên girtin. Di hemû civakan de ev bi vî rengî ye. Di civaka Êzîdî de her tim jin hebûye di aliyê pêşengtiyê de, di aliyê civakî, ol û baweriyê de. Di dîroka Êzîdîyan de hertim jin hebûye. Lê belê ji ber bandorên civakên derdorê civaka Êzîdî ji vê yekê bandor bûye û bi taybetî ji civaka Îslamî. Civaka Êzîdî ji vê bandor bûye û jina Êzîdî di malê de dihat hiştin. Jina Êzîdî ji rastiya xwe hatiye dûrxistin. Hemû jin ji rastiya xwe hatine dûrxistin. Di demên berê de tim di civakê de cihê jinê hebûye. Lê belê ji ber bandorên civakî jinên Êzîdî paşve hatine hiştin.
 
Di sala 2014’an de herî zêde kesên ku herî zêde bi van êşan re rû bi rû mane jinên Êzîdî bûn. Heta niha jî em êşa wê dijîn. Ji wan birînên me hîn jî xwîn tê. Heta niha bi hezaran jinên Êzîdî di destên çeteyên hov de mane. Di dîroka mirovahiyê de jin weke kole di bazaran de dihatin firotin. Jinên Êzîdî jî li dewletên cuda li bazaran hatin firotin. Sedema vê çibû? Ji ber ku bêhêzbûn û bêîradebûna jinan zêde bandora xwe li ser jinên Êzîdî kir. Bêparastin hatin hiştin. Di 2014’an de civaka Êzîdî bê parastin hat hiştin. Lê bi taybetî jî jinên Êzîdî. Jin di hemû civakan de xwedî cihekî hesas e. Cihekî xwe yê taybet û cihekî xwe yê hesas jî heye. Ji ber vê yekê kengî êrîş çêbûye ewil jin bûye hedef. Wekî ku Serokatî jî gotiye, “Heta jin azad nebe civak jî azad nabe.” Di rastiya xwe de jî wisa ye. Civakek ku jin tê de bê pelçiqandin ew civak bi hilweşandinê re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê di şexsê jinan de, di 2014’an de dijmin xwest civaka Êzîdî hilweşîne. Di 2014’an de du tişt hedef hatin girtin. Yek cihên pîroz yên Êzîdîyan û ya din jî jin bû. DAÎŞ’ê xwest ku di van herdu xalan de vê civakê hilweşîne.
 
 
Di 2014’an de em bi tenê hatin hiştin, bê parastin hatin hiştin. Em ji vir silavên xwe ji Serokatî re dişînin. Yê herî zêde karibû xwedî li vê civakê derbikeve Serokatî bû. Yê herî zêde xwe weke berpirsiyar didît û karîbû xwedî li Êzîdîyan derbikeve Serokatî bû. Şagirtên Serokatî di 2014’an de berê xwe dan Çiyayê Şengalê û gelek ji wan şehît jî ketin li vê derê. Bedelên gelek giran hatin dayîn. Di wan rojan de hatina şagirtên Serokatî ango gêrîlayên azadiyê, bi derbasbûna fikr û felsefeya Serokatî ji jin û civaka Êzîdî biryarek xurt derket. Biryara birêxistinkirinê, berxwedanê û serhildanê dan. Serî rakirina me di 2014’an de çêbû. Wê demê em zêde ne di ferqê de bûn ku dê çi bibe. Atmosfereke ewqas hestiyar hebû gelekî jî wisa çek rakirin. Bê ku zanibin çek bi kar bînin ew rihê berxwedanê geş bû. Ji ber vê yekê di 2014’an de piştî ku me ji nêz ve Serokatî nas kir, ew gerîlayên azadiyê nas kir, me îlhama xwe ji wan girt. Me îlhama xwe ji şervanên YJA Star û YPJ’ê girt. Me bi vî şiklî biryar da. Me dît ku jin ne ew qas dareke şikestî. Dema ku gerîlayên YPJ û YJA Star’ê li hember çeteyên DAÎŞ’ê yên herî hov têkoşînekê wisa dimeşandin, em jî gihîştin wê baweriyê ku em jî dikarin.
 
Jiyana leşkerî û civakî nabe wek hev. Sedî sed guhertin, jixwebawerbûn, hêzaxwedîtin û xwenaskirin çêdibe. Fikrê mirov berfireh dibe. Ez dikarim bibêjim ku di asteke herî jor de jî guhertinê çêdike. 
 
*Di wî wêneyî de du jin hebûn û ji wan yek jî hûn in. Em dikarin bibêjin ku sekna we ya li wê derê hêzek xurt da jinên Êzîdî?
 
Dema ku em xebatekê dikin an jî biçin cihekî li ser navê hemû jinên Êzîdî diçin. Em li ser navê YJŞ’ê diçin. Ji ber wê hemû hewldanên me ew in ku em karibin bi şiklekî rast temsiliyeta jinên Êzîdî bikin û  tiştê jinên Êzîdî jiyaye em vê bi hemû gelan bidin nîşandan. Ji ber vê yekê ya herî mûhîm derketina jina Êzîdî ye û bûyîna xwedî iradeyê ye. Ji şexs zêdetir jî weke jinên Êzîdî bi giştî rastîya xwe dîtin, xwenaskirin û li ser wî esasî biryara têkoşînê dayîn ji bo min girîng e.    
 
*Wekî ku we jî behs kir piştî fermana 2014’an hêzên wek YJŞ û YBŞ'ê hatin avakirin. Rola jinan di xweparastinê de çawa derket holê? Di bin fermandariya we de, çend jinên Êzidî di nava xweparastinê de cih digirin?
 
Me îlhama xwe ji fikre Serokatî girt û bi vê yekê re YBŞ û YJŞ hatin avakirin. Em wek civaka Êzîdî em deydarên xwe ji Serokatî re tînin ser ziman. Deyndariya xwe ya ji gerîlayên azadiyê re em tînin ser ziman. Em deyndarê şehîdên ku di wan rojên teng de şehîd ketine, ne. Bi vê wesîleyê em wan hemûyan careke din bi bîr tînin. Ji 4 hezarî zêdetir şervanên YBŞ û YJŞ’ê hene. Nêzîkî 450-500 şervanên jinên Êzîdî hene û îro xwe bi rêxistin dikin. Jin îro dikarin li hemberî her cure êrîşên li ser jinê bisekinin. Di hemû êrîşên ku DAÎŞ pêş ket de tim hebûna YJŞ’ê hebû. Jinên Êzîdî di wê derê de xwedî rol bû û heta niha jî. Di nav civakê de jî û di nav leşkeriyê de rolek wan a girîng heye. Bi avabûna YJŞ’ê re di nav hemû jinên Êzîdî de şiyarbûnek pêş ket. Xwebawerbûnek pêş ket.
 
*Pêvajoya tevlîbûnê dê alîkariya jinên Êzidî bike ku derbasî kîjan qonaxa dîrokî bibin?
 
Di dîroka Êzîdî de cara yekem tiştek bi vî rengî ji jinên Êzîdî pêk tê û karîbûne xweparastina xwe bikin. Tiştek din a dîrokî ew e ku hêza jinên Êzîdî di Iraqê de bi awayekî fermî were qebûlkirin. Di bin îdareyek qanûnî de karibe wê rola ku ketiye ser, pêk bîne. Di nav civaka Êzîdî de gelek berxwedan çêbûye. Rihê berxwedanê tu carî ji civaka Êzîdî kêm nebûye. Ew rih tim geş bûye. Di her fermanê de çi jin û çi jî mêr gelek qehraman derketine. Ji ber ku ev berxwedan nehat birêxistinkirin daîma, demkî ma. Di 2014’an de tişta ku me ji xwe re wek ders girt jî xwerêxistinkirin bû, hêzên leşkerî û parastina civaka me ya Êzîdî û bi taybetî jî keç û xortên Êzîdî bû.
 
Em wek YJŞ 12 sal in li berxwe didin û em ê tim bikin. Ev di bin îdareya qanûnî de dibe an jî ne di bin îdareya qanûnî de jî be, her çawa be em ê civaka xwe biparêzin. Fermiyeta me li gor pêwîstiya civaka Êzîdî ye. Çi pêwîst be em ê wê bikin. Civaka Êzîdî hatiye wê astê ku hewcedariya wan bi statûyeke fermî heye. Bi vê rêbazê em ê bikaribin hîn bêtir rola ku dikeve ser milên me wek hêzên parastinê em ê pêk bînin.
 
 
*Ev pêvajoya têkiliya rasterast bi hikûmeta Iraqê re çawa pêk hat? Gelo di warê entegrasyonê de tu zehmetî derketin? Gelo hûn ê karibin pêvajoyekê pêş bixin ku hemû Êzidiyan li xwe digire?
 
Danûstandinên me bi hikûmeta Iraqê re her hebû. Hinek derdor me wek xerîb didine naskirin. Ji ber em ne fermî ne wek xetereyên li ser Iraqê, li ser herêma Kurdistanê yan jî cihên dinê didin nîşandan. Lê belê tu xetereyek me tuneye. Em li ser xaka Kurdistanê ne. Ji ber vê yekê jî danûstandinên me tim hebûn. Lê belê hin deman zehmetî jî çêbûne. Ev heqîqetek e. Gelek caran dixwestin me bi hikûmeta Iraqê re bînin pêşberê hevdû. Lê belê provakasyonên ku xwestin pêk bînin bê encam man.
 
Bi taybetî ev danûnastinên ku em bigihîjinin çareseriyê ji meha Hezîranê ve dest pê kiriye. Ji ber zextên civakî, şerê Îran û Emerîkayê rasterast bandorê li Iraqê û li ser me jî dike. Zextên derdorê nehiştin ev pêk bê. Danûnastinên me nesekinîn lê belê cemidandin çêbûn. Piştî 11’ê Îlonê hevdîtina me rasterast li ser esasê çareseriyê, çêbû. Piştî wê bi gava yekemîn re merasîm pêk hat. Hemû hewldanên me jî ew in ku em karibin mafê hemû Êzîdîyan di aliyê îdarî de û ji aliyê leşkerî de di vê entegrasyonê de kom bikin û mafê Êzîdîyan çiye ew bê dayîn. Hemû hewldanên me li ser vê yekê ne.
 
*Gelo piştî îmzeyê, danûstandinên bi hikûmetê re berdewam dikin?
 
Belê, beriya merasîmê jî û piştî merasîmê jî hevdîtinên me bi hikûmetê re berdewam dike. Danûnastinên me jî ew e ku em bi hevdû re bigihîjin ser çareseriyekê û vê pêvajoyê heta serî, serkeftî bimeşînin.
 
*We bal kişand ser mijarên girîng û ji wan yek jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Gelo qet daxwazên we yên ku hûn biçin bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin çêbûn? Ger çêbibin daxwazên ku hûn ê bi Abdullah Ocalan re parve bikin wê çibin?
 
Keda ku Serokatî ji bo Êzîdîyan da tu carî nayê jibîrkirin. Serokatî di esasê xwe de fikrek e. Hemû civak jî dikarin jê feydeyê bigirin. Ji fikr û felsefeya Serokatî dikarin feydeyê bigirin. Kengî civakekê bi êrîş an jî tunebûnê re rû bi rû be Serokatî tim pêşniyarên xwe, fikr û nêrînên xwe pêşkeş kiriye. Ev ji me re jî esas bû. Me hewl da ku em li ser nêrîn û pêşniyarên Serokatî bigihîjin heta roja îro. Li ser wê fikr û felsefeyê em xwe bi rêxistin dikin. Pêvajoya ku li Bakurê Kurdistanê dest pê kiriye girîng e û bi taybetî mijara entegrasyona demokratîk a li Sûriyeyê jî pêk hat. Li Tirkiyeyê jî ev pêvajo dimeşe û bandorê xwe li vir jî dike. Fikrê Serokatî fikrek wisa ye ku herkes dikare sûdê jê werbigire. Em jî wek civaka Êzîdî entegrasyona demokratîk ji xwe re esas digirin. Em dixwazin li ser vê esasê entegrasyona demokratîk pêş bixin. Wek civaka Êzîdî dîtina Serokatî ji me re rûmetek e. Bi wî re rasterast nîqaşkirin, guhdarkirin, perspektîfên wî, fikrên wî, pêşniyarên wî yên ji civaka Êzîdî re… Ji ber ku pêşdîtinên Serokatî tim li ser civaka Êzîdî çêbûye. Gelek peyamên Serokatî taybet di pêvajoya dawiyê de jî ji bo civaka Êzîdî, çêbû . Ji ber vê yekê ez dikarim bibêjim cihê rûmetê ye ku em rojekê karibin Serokatî bibînin. Ez bawer dikim ku xwesteka bi mîlyona jinan e ku bi Serokatî re hevdîtinê bike. Keda Serokatî ya ji bo jinan çêbûye û hêza jinê ya ku pêş xistiye kesek di cihanê de nikarîbûye pêş bixîne. Ne pergal û ne jî dewlet karîbûye pêş bixîne. Lê Serokatî ev pêş xist. Ji ber vê jî ji mîlyonan jinan yek jî em in ku bi Serokatî re hevdîtinê bikin. Xwesteka me ya herî mezin ew e ku em rojekê Serokatî bibînin.
 
*Herî dawî hûn dixwazin tiştekî bibêjin?
 
Em silavên xwe ji xêrxwazên hemû civaka Êzîdî re dişînin. Em hemû civakên ku di rojên teng de xwedî li civaka Êzîdî derketin, silav dikim. Em îro ji Çiyayê Şengalê Êzîdiyên li hemû deran re silavên xwe pêşkeş dikin. Ez hemû şehîdên 74 fermanan bi bîr tînim. Em bi taybetî jî Serokatî silav dikin.