Dayika girtiya nexweş: Divê girtî bên berdan û aştî bê

  • 09:07 14 Mijdar 2026
  • Rojane
Neslîhan Kardaş
 
ŞIRNEX - Dayika girtiya nexweş Tenzîle Acar a ku di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê de cih digire, nexweşiya wê ya zerika kronîk û tuberkolozê heye, Rismiye Acar wiha got: “Divê hemû girtî bên berdan û aştî pêk bê. Bila deriyên girtîgehan vebibin û girtiyên nexweş bên berdan.”
 
Di ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ku bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin re 20 meh derbas bû û tevî vê demê hîna girtiyên nexweş nehatine berdan. Rewşa girtiyên nexweş her diçe giran dibe. Yek ji van girtiyan Tenzîle Acar e. Tenzîle Acar di 2’ê Sibata 1995’an de  li Hezex a  Şirnexê hat dinê.  Di temenê biçûk de zextan nas dike û bi vê re tevli xebatên partiyên siyasî dibe. Tenzîle Acar di 2017’an de diçe Stnebolê û tê girtin. 9 sal e li girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî ye.
 
Tenzîle Acar di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) de cih digire, nexweşiyên wê yên zerika kronîk û tubekulozê hene. Ji ber ku Tenzîle Acar dermankirina bi kelepçe red dike û naçe nexweşxaneyê  di rewşa wê de pêşketineke tune ye.
 
Dayika Tenzîle Acar, Rismiye Acar a li Hezexê dijî, der barê rewşa keça xwe de axivî.
 
‘Dermankirina bi kelepçeyê qebûl nake’
 
Rismiye Acar da zainîn ku keça wê li Stenbolê hatiye binçavkirin û girtin û got: “Pirsgirêkên wê yên tendurstiyê cidî ne. Keça min tevî nexweşe tu car ji min re nabêje ku rewşa wê xerabe. Naxwaze ez xemgîn bibim, ji min vedişêre. Lê rewşa keça min girane. Divê bê dermankirin. Ne tenê keça min hemû girtî wisa ne. Bi rêk û pêk nabin nexweşxaneyê. Dema dibin jî bi kelepçe dibin. Girtî jî vê qebûl nakin. Tu carê serî natewînin.”
 
‘Divê hemû girtiyên nexweş bên berdan’
 
Rismiye Acar wiha dirêjî dayê: “Divê girtiyên nexweş bên berdan. Ne tenê keça min divê hemû girtî bên berdan. Keça min bihata berdan wê derman bibûna. Tevî nexweşiyan keça min têdikoşe. Herî dawî îsal ez çûm hevdîtina keça xwe. Rê dur e. Hêza min tuneye. Em salê du caran dikarin biçin. Ez jî nexweşim. Nikarim evqas rê biçim.Dxwaza me eve ku hemû girtî bên berdan. Zextên li girtîgehan didomin. Xwarinên wan nebaşin.  Em aştiyê dixwazin. Divê girtî bên berdan, deriyên girtîgehan bên vekirin.”