ROJEVA 14'Ê MIJDARA 2026'AN
- 09:00 14 Mijdar 2026
- Rojev
*Rêvebera DEM Partîyê ya Geverê Cahîde Tore da zanîn ku wê di çarçoveya 25’ê Mijdarê de li Geverê atolyeyên jin û zarokan pêk bînin. Cahîde Tore wiha got: “Polîtîkaya bêcezahiştinê ji tundiya mêr xwedî dibe. Polîtîkayên şerê taybet jinên Kurd hedef digire. Bi felsefeya Jin Jiyan Azadî em ê li her derê têkoşînê mezin bikin." DÎMEN HEYE
*Ji Fermandarên YJŞ û YBŞ’ê Vîyan Hebabî, di nirxandina peymana entegrasyonê ya ku di 26’ê Cotmehê de li Çiyayê Şengalê bi hikûmeta Iraqê re hat îmzekirin de, diyar kir ku ev peyman gaveke dîrokî ye di têkoşîna parastina cewherî û rêxistinbûnê de, ku civaka Êzidî bi salan e dimeşîne. Vîyan Hebabî teqez kir ku divê Êzidî pêşeroja xwe bi vîna xwe ya azad diyar bikin û anî ziman ku pêvajoya entegrasyonê divê bi awayekî pêş bikeve ku mafên îdarî û leşkerî yên gel misoger bike. DÎMEN HEYE
*Aktîvîstên TJA’yê der barê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de axivîn û gotin ji bo serkeftina pêvajoyê divê muxatabên esas bên nasîn û gavên şênber bên avêtin. Jinan diyar kirin ku PKK’ê berpirsyariya xwe aniye cih û divê desthilatdarî jî dawî li tecrîdê bîne, gavên baweriyê didin bavêje.DÎMEN HEYE
*Dayika girtiya nexweş Tenzîle Acar a ku di lîsteya girtiyên nexweş a ÎHD’ê de cih digire, nexweşiya wê ya zerika kronîk û tuberkolozê heye, Rismiye Acar wiha got: “Divê hemû girtî bên berdan û aştî pêk bê. Bila deriyên girtîgehan vebibin û girtiyên nexweş bên berdan.”DÎMEN HEYE







