'Divê danûstandinên bi Birêz Ocalan re bê navber berdewam bikin'
- 09:08 28 Mijdar 2025
- Rojane
Pelşîn Çetînkaya
AMED - Parlamentera DEM Partî ya Mêrdînê Berîtan Guneş da zanîn ku hevdîtina heyeta ku ji 3 kesên di komîsyonê de cih digire pêk tê, ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re gelek girîng e û got divê meclîs bi pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên din yên civakî re bê rû hev. Berîtan Guneş anî ziman ku gavên wisa wê hêviya çareseriyê bide gel.
Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Hevgirtina Millî ya ku li Meclîsê hat avakirin, ji civîna xwe ya ewil a 5’ê Tebaxa 2025’an vir ve 18 caran civiya û ji bo beşên têkildar xebatên guhdarîkirinê pêk anî. Di civîna xwe ya 18’emîn de ku di 21’ê Mijdara 2025’an de hat lidarxistin, bi piraniya dengan biryar hat dayin ku Abdullah Ocalan li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê bê guhdarîkirin. Li gorî vê biryarê, di 24’ê Mijdara 2025’an de, heyet çû Girtîgeha Bilind a Îmraliyê. Serokatiya Parlementoyê piştrast kir ku serdan pêk hatiye û got:"Di encama hevdîtinê de ji bo hevgirtina civakî, pêkhatina xwişk-biratiyê û bi awayekî pozîtîf rêveçûna pêvajoyê encameke erênî bû."
Parlamentera DEM Partî ya Mêrdînê Berîtan Guneş hevdîtina hatiye kirin nirxan dû da zanîn ku divê hevdîtinên bi Abdullah Ocalan re bê navber bên kirin.
Ji têkoşîna bi salan e hatiye dayîn heta îro…
Berîtan Guneş da zanîn ku daxwaza aştî û demokrasiyê encama lêgerîna sedsalan e û got: “Ev daxwazeke 100 salî ye. Gelê Kurd gelên li Anatolyayê û Mezopotamyayê dijîn vê îmjarê tînin ziman. Îro em vê pêvajoyê diaxivin û encama daxwaza bi israr e.”
‘Hinek partî siyaseta neçareseriyê dimeşîne’
Berîtan Guneş destnîşan kir ku ji ber bi salane bersiva banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji bo çareserî û diyalogê nehatiye dayîn pirsgirêk kûr bûye û ev tişt bi lêv kir: “Ji 93’yan heta niha Birêz Ocalan dibêje ‘Ez li muxatab digerim’ û di lêgerîna çareseriyê de bû. Lê mixabin nexwestin vê daxwaza aştiyê bibînin bersiv nedan muxatabiyê, pisgirêka Kurd înkarkirin û di neçareseriyê de israr kirin. Lê îro her çiqas ev pirsgirêk bê înkarkirin jî bi hemû rastiya xwe li muxataban digere. Bêguman hinek partî di siyaseta neçareseriyê de israr dikin.”
‘Ne pêkan e paşê xwe bidin paradîgma Birêz Ocalan’
Berîtan Guneş da zanîn ku daxwaza gel a aştiyê nikare ji nedîtîve bê û wiha dirêjî dayê: “ Divê siyaset bangê bibihîze. Şansê desthilatdarî û meclîsê nema ku êdî daxwazê nebihîze. Em li geşedanên li Rojhilata Navîn û cîhanê binêrin, divê ev siyaseta heyî bêguherin. Hevdîtîna li Îmraliyê di pêvajoya aştî û civaka demokratîk de nokteyeke dîrokiye. Heyeteke komîsyonê ya ji sê kesî pêk dihat çû. Ev hemû komîsyonê temsîl dike. Hemû partî divê guh bidin paradîgma Birêz Ocalan e. Di negirtina nêrîna Birêz Ocalan de israrkirin tê wateya di neçareseriyê de israrkirin. Hevdîtina bi Birêz Ocalan re tê wateya qedandina înkarkirin a 100 salî û destpêkirina diyalog ê. Rihê demê diyalog e. Çareserî bi diyalogê pêkan e. Meclîsê di vî alî de hêza çareseriyê danî holê û hêvî da gel. Melîsê di alî çareseriya pirsgirêka Kurd de îradeya çareseriyê danî holê. Diyalog hêviya çareseriyê dide gel.”







