Şaredariya Peyasê li Taxa Peyasê civîna gel lidar xist
- 10:08 28 Mijdar 2025
- Rojane
AMED - Hevşaredarên Peyasê di çarçoveya bernameya “Hevdîtina bi Gel re” de li Taxa Peyasê bi welatiyan re civiyan û guh dan daxwaz, pirsgirêk û pêşniyarên wan.
Di civîna ku li Taxa Peyasê hate lidarxistin de, Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeya Peyasê, endamên Meclîsa Şaredariyê, keyayê taxê Mehmet Çaban û gelek welatiyên taxê amade bûn. Di destpêkê de pirsgirêk û pêşniyarên beşdaran û keyayê taxê hatin guhdarkirin.
Hevşaredaran diyar kirin ku di heyama 8 salên borî de, taxa Peyasê û bi giştî erdnîgariya lê dijîn di warê xizmetguzariyê de gelekî hatiye paşguhkirin. Îro jî ew bi hemû hêza xwe hewl didin ku ev kêmasî ji holê rakin û wiha axivîn:“Em ji pirsgirêkên bajarvaniyê û îmarê yên li taxa xwe gelekî haydar in. Em hewldanên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên qanûnî yên di vî warî de didomînin. Lê di heman demê de, em wekî şaredarî xizmetên ku ji destê me tê bi lez û bez pêşkêş dikin. Beriya zivistanê me li taxa xwe pirsgirêka veguhastinê çareser kir û karê asfaltkirinê bi dawî kir. Kar û xebatên me hîn didomin. Em ê bi hev re, bi ruhê hevkariyê, hemû pirsgirêkên heyî çareser bikin.”
Hevşaredaran herwiha destnîşan kirin ku ew li ser esasê prensîba “beşdariya demokratîk” girîngiyeke mezin didin nêrînên gel, ji tespîtkirina pirsgirêkan heta peydakirina çareseriyan. Ew ê di serdema nû de xizmetên xwe yên ji bo taxa Peyasê berfirehtir û bi bandortir bikin.







