3 sal cezayê girtîgehê li Şîda Ezîzî hat birîn

  • 10:09 28 Mijdar 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şîda Ezîzî ya li Sineyê dijî, ji aliyê Dadgeha Şoreşê ve bi sûcdariya endamtiya Partiya Komale mehkûmê 3 sal cezayê girtîgehê hate kirin.
 
Şîda Ezîzî ya li Sineyê dijî, ji aliyê Şaxa 1’emîn a Dadgeha Şoreşa Îslamî ve bi sûcdariya "fealiyeta li dijî ewlehiya neteweyî” mehkûmê 3 sal cezayê girtîgehê hate kirin.
 
Li gorî parvekirina Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, ev girtiya siyasî ya li qawîşa jinê ya Navenda Îslah û Terbiyeyê ya Sineyê tê ragirtin, di hefteyên dawî de ji aliyê Şaxa 1’emîn a Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Sine ve bi sûcdariya "faaliyeta li dijî ewlehiya neteweyî” ya bi rêya endamtiya Partiya Komaleya Kurdistana Îranê mehkûmê 3 sal cezayê girtîgehê hate kirin.
 
Şîda Ezîzî, di dema şerê 12 rojî ya di navbera Îsraîl û Îranê de li Sineyê hatibû binçavkirin û piştî lêpirsîna yekîneya îstîxbaratê ya çend hefteyan, sewqî qawîşa jinê ya Navenda Îslah û Terbiyeyê ya Sineyê hatibû kirin.