ROJEVA 21'Ê MIJDARA 2025'AN

  • 09:00 21 Mijdar 2025
  • Rojev
 
* Girtiyên jin yên li girtîgehên Tirkiyeyê, tevî hemû zext û tecrîdê dest ji hilberandina çand û hûnerê bernadin.Wêneyên ku jinan li girtîgehên xêz kirine wê navbera 22-23’yê mehê de bê nîşandan. BI DÎMEN
 
* Endama Lijneya Rêveberiya Astengdaran Tuba Sanli Ersoz da zanîn ku ji ber mekanîzmayên tune jinên astengdar nikarin tundiyê vebêjin û çareseriyê biafirînin û wiha anî ziman: “Pergala navenda bangê ya ku xwegîhandina bidîmen pêk tîne hewcedariyek lezgîn e. Ji bo jin xwe bigihînin wan navendan û demildest mudaxale bê kirin gelek girîng e.”BI DÎMEN
 
* Jinên TJA’yê der barê 25’ê Mijdarê de nirxandin kirin û gotin: “Em dizanin ku  dema jin bibin kirdeya aştiyê wê ne tenê şer hemû teşeyên tundiyê bidawî bin. Ji ber vê em carek din bang dikin. Ji şer re na, hema niha aştî.” BI DÎMEN 
 
*Jinan der barê ku divê girtiyên siyasî bên berdan de çi bên kirin axivîn û got divê civak ji bo girtiyên siyasî bibin yek. Jinan gotin girtiyên siyasî azad nebin civak jî azad nabe. BI DÎMEN 
 
*Jinan der barê hevdîtina wê bi ‘Em di esasa kedê de aştiyê diaxivin’ ya ku wê li Dîlokê bê de banga tevlibûnê kirin û wiha gotin: “Riya aştiyê bi azadiya jinê destpê dike. Werin em bi hev re tundiyê rawestînin.”BI DÎMEN 
 
*Fikra şoreşa sosyalîst ya ku desthilatdariya netew dewletê hedef girt, veguherî kapîtalîzma sosyalîzma reel û di encama têkçûna wê de potansiyela hêviya azadbûna gel winda kir. JINEOLOJÎ