Li Bursayê mirina biguman a jinekê

  • 22:22 10 Gulan 2025
  • Rojane

NAVENDA NÛÇEYAN-Li Bursayê jina bi navê Ayşe Açar di xaniyê ku şewat derket de biguman jiyana xwe ji dest da.

Li taxa Mollaarap a navçeya Yildirim a Bursayê  di avahiyeke sê kat katê sîwanteyê de şewat derket. Li ser îxababarê ekîbên polîs, tenduristî û îtfayê çûn cihê bûyerê.Piştî mudaxaleya 30 deqeyî şûnde cenazeya jina bi navê Ayşe Açar a 63 salî hat dîtin. Cenaze ji bo otopsiyê rakirin morga saziya tipa edlî ya Bursayê.

Hevjînê Ayşe Açar ji bo îfadeyê birin navenda polîsan.