Li dijî fuhuş û hişbirê têkoşîn: Platforma Şiyar be

  • 09:06 23 Nîsan 2025
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
AMED - Bi armanca têkoşîna li dijî hişbir û fuhuşê li Amedê gelek sazî hatin gel hev û platforma ‘Şiyar be’ wê 26’ê Nîsanê de bi meşekê îlan bikin.
 
Li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet roj bi roj bandorê li ser jiyana gel dike. Di serî deli Amedê û bajarên din çeteyên fuhuş û hişbirê hene. Ev çeteyên bi destê dewletê hatine bicihkirin, ciwanan dike emîna xwe. Saziyên demokratîk yên li Amedê hatin gel hev û li dijî vê platforma "Şiyar be" ava kirin. Platform wê 26’ê Nîsanê de bi meşeke ji Sumerpark heta Keçîburcu bidome bê deklerekirin. 
 
Derbarê avakirin û xebatan de Hevberdevka Platformê parêzer Gulşen Demîr ji ajansa me JINNEWS'ê re axivî.
 
‘Temenê bikaranîna hişbirê daketiye 9’an’
 
Gulşen Demîr da zanîn ku ew bi pêşeniya saziyên demokratîk hatine gel hev û 5 mehe li ser vê dixedbitin û wiha anî ziman: “Li Kurdistanê di serî de jî li Amedê li ser jinên ciwan, zarok û ciwanan ev pêkanîn hene. Gelek saziyên me, şaredarî û STK’yan li qadê xebat meşandin û dîtin ku temenê bikaranîna hişbirê daketiye temenê 9’an. Vê rastiyê em xistin nav xofê û em êşandin. Em dizanin pergalê berê xwe daye ciwanan. Me jî divê xeteke têkoşînê bê avakirin.”
 
Astên platformê hatin vegotin
 
Gulşen Demîr astên avakirina platformê vegot û ev titş got: “Ev platform li ser hewcedariyê hat avakirin. Me nav jî wek ‘Şiyar be’ diyar kir. Me sedana gelek saziyan kir. Me pêşniyar û mînak berhev kirin. Saziyan jî pêşniyarên xwe gotin. Em ê bi piştgiriya saziyan bi malbatan re bikevin têkiliyê. Em hewl didin xetek têkoşînê ava bikin. Em ê26’ê nîsanê de platformê deklere bikin. Em bang li hemû kesî dikin ku xwedî li platformê derkevin.”