
Hewldana kuştinê 'bi pîvan' hat dîtin
- 14:40 18 Nîsan 2025
- Hiqûq
Rojda Aydin
QERS - Li Têkorê di 9’ê Cotmeha 2023’yan de kiryar Ekrem Aybî yê ku hewl da Dîlber Alinak qetil bike, di danişîna dozê de bi şertê kontrola edlî ve biryara tehliyeyê hat dayîn. Her wiha şandeya dadgehê vê biryarê wek bi pîvan nirxand.
Li navçeya Têkor a Qersê di 9’ê Tebaxa 2023’yan de Dîlber Alinak (80) ji aliyê Ekrem Aybî bi îşkenceyê re rû bi rû ma û hewl hat dayîn ku bê qetilkirin. Têkildarî kiryar de doza ku duh (17’ê Nîsanê) li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Qersê hat dîtin.
Destpêkê de dozgeriyê diyar kir ku hêj ne diyar e birîna Dîlber Alinak mayinde ye yan na û ji ber vê yekê li benda bersiva daxwaza rapora tenduristiyê ya ji derve bê ne. Serdozgeriyê bi lêv kir ku sûcê ku sûcdar kiriye di nav sûcên giran û katalogê de ye û daxwaza berdewamkirina girtina kiryar kir.
Kiryar bi parastinê wek her carê hewl da xwe rewa bike. Parêzerê kiryar jî bi gotina divê derûnî wî li ber çavan bê girtin ve parastinê kir.
Biryara tehliyeyê hat dayîn
Piştî parastinan şandeta dadgehê biryara xwe eşkere kir û diyar kir ku girtina bersûc ji ber rewşa niha ya delîlan û dema girtina wî bêhevseng bûye û biryara tehliyeya kiryar di bin kontrola edlî de da. Ji aliyê din ve biryar hat dayîn ku di 15'ê Tebaxa 2025'an de rewşa kontrola edlî ya kiryar ji nû ve bê nirxandin.
Biryara berdanê bi pîvan dît
Di vê çarçoveyê de şandeya dadgehê şertê kontrola edlî li ser kiryar sepand û biryara berdanê bi pîvan nirxand. Danişîna dozê taloqê 21’ê Cotmehê hat kirin.
Rewşa dawî?
Dîlber Alinak ku demek dirêj li nexweşxaneyê tedawî dît, aliyê wê yê çepê felç bûye. Her wiha tedawiya Dîlber Alinak niha li nexweşxaneyê didome.
Çi bûbû?
Li navçeya Dîgor ya Qersê di 9’ê Tebaxa 2023’am de Dîlber Alinak (80) ji aliyê Ekrem Aybî îşkence dît û hewl dayîn ku bê qetilkirin. Di dîmenan de derketibû holê ku kiryar nêzî 3-4 deqeyan îşkence li Dîlber Alinakê dike û piştre jî bang li ambûlansê dike û dibêje “qeza” bûye. Ambûlansa ku diçe cihê bûyerê Dîlber Alinak radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Qersê. Piştî mûdaxeleya bijîşkan Dîlber Alinak rakirin beşa lênêrîna giran. Piştî bûyerê polîsên ku çûn cihên bûyerê di qemereyên mobeseyê têmaşe kirin û derket holê de bûyer ne “qeza” ye, êriş e. Li ser vê yekê kiryar li cihê bûyerê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.
Kiryar hat girtin
Gumanbar roja bûyerê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin, piştî îfadeya emniyetê sewqî dozgeriyê hat kirin. Gumanbar li dozgeriyê wek “dînan” parastina xwe kir û dozgeriyê li ser vê yekê der barê gumanbar de biryara girtinê da û sewqî Dadgeriya Cezayê Sûlhê kir û roja bûyerê hat girtin.
Bersûc sewqî Trabzonê hat kirin
Her wiha kiryar bi hinceta diyar bikin ku "aqilê wî li serî ye yan na" şandin Nexweşxaneya Tendirustiya Rih Derûniyê ya Atakoy a Trabzonê. Di rapora nexweşxanê ya 2’yê Cotmeha 2023’yan da hat diyarkirin ku kiryar derûniya wî baş e.
Her wiha ji aliyê ajansa me dexwist holê ku kiryar Ekrem Aybî di hilbijartinê herêmî ya 31’ê Adara 2019’an de ji AKP’ê bûye bernamzetê Dîgorê.