Di doza Nîmet Tanrikûlû hat taloqkirin

  • 14:07 22 Nîsan 2025
  • Hiqûq
STENBOL - Danîşîna doza parêzvanê mafên mirovan Nîmet Tanrikûlû ji ber ku daxwaza wê ya ji bo yekkirina wê bi dozeke din a li dijî wê nehatiye kirin, hat taloqkirin.
 
2'yemîn danîşîna doza ku parêzvanê mafnî Nîmet Tanrikûlû bi îdîaya "endamê rêxistinê ye" dihat darizandin li 24'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Di rûniştina ku Nîmet Tanrikûlû û parêzerên wê lê amade bûn de gelek parêzvanên mafan, nûnerên partiyên siyasî, komele, sazî û rêxistinan amade bûn.
 
Nîmet Tanrikûlû ku di rûniştina dozê de li sûcdariyên li wê tê kirin pirsî û diyar kir ku wê parêznameyên xwe yên berê dubare kirine û anî ziman ku di vê qonaxê de tiştekî lê zêde bike nîne. Parêzera Nîmet Tanrikûlû Eren Keskîn da xuyakirin ku wêneyekî nû li dosyayê hatiye zêdekirin û ev wêne di dema bi navê "Pêvajoya Çareseriyê" de hatiye kişandin. Eren Keskîn xwest, tedbîra kontrola edlî ya li hemberî muwekîla wê bê rakirin.
 
Di danîşînê de dozgeriyê xwest ku kêmasiyên di dosyayê de bên temamkirin.
 
Dadgehê danîşîna dozê taloqî 1'ê Tîrmehê kir û biryar da ku li benda bidawîbûna daxwaza yekkirina Nîmet Tanrikûlû bimîne û bi heman îdiayê li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê doz lê hatibû vekirin.