
Nameya ku ji bo rapora TGS’ê ji girtîgehê hatî nivîsandin hat astengkirin
- 11:55 23 Nîsan 2025
- Rojane
ERZÎNGAN - Midûra Nûçeyan a ajansa me JINNEWS'ê Oznur Deger, diyar kir ku nameya ji bo rapora azadiya çapemeniyê ya ku TGS dê îsal amade bike 2 hefte berê ji TGS'ê re şandiye, lê name hatiye desteserkirin. Oznur Deger diyar kir ku hincet wek "sedemên ku motîvasyona rêxistinê zêde dike" hatiye nîşandan.
Midûra Nûçeyan a ajansa me JINNEWS'ê Oznur Deger a ku di 7'ê Sibatê de li Mêrdînê bi lêdanê hat binçavkirin û dû re hat girtin. Oznur Deger, sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Jinan a Erzînganê hat kirin. Di hevdîtina xwe ya heftane ya bi telefonê ya ku bi malbata xwe re kir de bal kişand ser binpêkirina mafan.
Oznur Deger, anî ziman ku mijara Rapora Azadiya Çapemeniyê ya Sendîkaya Rojnamegerên Tirk (TGS) îsal dê bibe "Azadiya çapemeniyê ya li girtîgehê" û ji wê jî hat xwestin ku di vê çarçoveyê de gotarekê binivîsin û got: "Min du hefte berê name nivîsand û şand, lê nameya min hat desteser kirin."
Oznur Deger, diyar kir ku nameya ku ji bo TGS'ê nivîsandibû, bi hinceta "Ji ber ku ev name bi armanca rêxistinî bi hev re têkilî daynin û hincetên ku motîvasyona rêxistinê zêde dike hene" hat desteserkirin.
Herî dawî Oznur Deger anî ziman ku hemû nameyên girtiyan ji aliyê girtîgehê ve hatine desteserkirin.