Sabîha Baloch: Rojhilatek demokratîk wê bi hewldana kolektîf bê

  • 09:05 23 Nîsan 2025
  • Cîhan
Melek Avci
 
ENQERE - Lîdera Komîteya Beluc Yakjehtî Sabîha Baloch da zanîn ku êrişên li hember lîder û aktîvîstên jin yên li Belucîstan û Kurdistanê û her wiha cezayên darvekirinê girêdayê hev in û got: “Îro zextên li ser Kurd, Beluc û bindestan ne tesaduf in. Wê Rojhilatek ne aydê rêveberan, aydê gelan bê.”
 
Li Pakîstanê zext, binçavkirin, windakirin û cezayên darvekirinê yên li hember Belucan li pey hev pêk tên. Ji 21’ê Adarê het aniha bi hezaran kes hatin binçavkirin û di nava kesên hatine binçavkirin de aktîvîsta Komîteya Piştevaniya Beluc (BYC) jî cih digire. Malbata lîdera BYC Dr. Mahrang Baloch û girtiyên siyasî Sibghatullah Shahji, Bebigar Baloch, Gulzadi Baloch, Bebo Baloch çalakiyên xwe didomînin.
 
Lîdera Komîteya Beluc Yakjehtî, Dr. Sabîha Baloch der barê êrişê didomin û têkoşîna gel de axivî.
 
Sabîha Balcoh got li Belucîstanê li hember aktîvîstan tundî tê meşandin û li girtîgehan bi lîderan îmzeyan didin avêtin û got: “Niha lîdera esas a Yakşehtî girtiye. Aktîvîstên girtî mane û tên berdan tên şopandin. Dema aktîvîtsan nebînin diçin malbatê û ji malbatê kesan digirin, tehdî dikin û tacîz dikin. Di van girtinan de pêvajoyeke adîlane a darizandinê jî tuneye. Daraz li şûna edaletê pêk bîne, hemû raye dewrê hikûmetê kiriye.”
 
 
Polîtîka ‘bikuje û bavêje’ tê meşandin
 
Sabîha Baloch wiha vegot: “Gelê Beluc bi salan eli dijî zextan windakirin, girtinan, qetilkirinan têdikoşin. Bi hezaran kes li Belucîtsanê hatin revandin. Piştî windakirinê bedenên wan yên parçekirî hatin dîtin. Ji 2009’an de ye polîtîkaya bikuje parçe bike tê meşandin. Windakirin û qetilkirin mixabin bûye parçeyek rutîna jiyanê. Ev parçeyek qirkirina sîstematîke. Dewleta zextan didomîne yên dengê xew bilind dikin bi heman zextê re tên rû hev.”
 
Hebûna jinên xurt û rêxistinkirî esas e
 
 
Sabîha Baloch bi lêv kir ku jin li dijî tundiya li ser gel bi çalakiyan berxwe didin û got: “Jin bi hişmendiyek polîtîk xwe rêxistin dikin. Her cureyê zextên dewletê li ser jinên Beluc pêk tê. Jin kur, bira an jî hevjîn di hovîtiya dewletê de winda dikin. Ji bilî protestoyê jî çareya wan namîne. Ji bo wan protesto yekane berxwedane. Jinên Beluc xwedî hişmendiyê ne.hebûna jinên xurt û rêxistinkirî esase.”
 
‘Ev ne êrişek hêsan e’
 
Sabîha Baloch balkişan ser êriş û darvekirinên li hember lîder û aktîvîstên jin yên li Belucîstan û Kurdistanê û wiha got: “Darvekirin û êriş girêdayên hev in. Êriş û darvekirinên li Kurdistanê ne tesaduf in. Jinên Beluc dema windabûna xizmên xwe protesto dikin tên krîmînalîzekirin. Jinên kurd dema wek siyasî xwe rêxistin dikin û daxwaza xweseriyê dikin mahkumê mirinê tên kirin. Ev ne zextek hêsane, êrişek li hember nasname û fikr e. Hedef girtina aktîvîst, siyasetmedar û jinan, ji du armancên rejîmê re xizmetê dikin. Dixwazin civakê bitirsînin. Lê dewlet van tevgeran hêsan dibîne. Dixwaze Komîteya Yakhejtî ya Belucî dixwaze Tevgera Jinan a Kurd a li Tirkiyeyê ev ne serhildanên munferîtin, îfadeya têkoşîna bi kok e.”
 
 
Yekane rê piştevaniye
 
Sabîha Baloch wiha dirêjî dayê: “Ev ne bûyerên munfet in. Ev hewldanên çewisandina paqijkirina nasnameyan, belavkirina berxwedanê û binpêkirinê ne. Yekane rêya pêş ketinê ji tevgerên siyasî yên rêxistinkirî û piştevaniya netewî, rihê kolektîf derbas dibe. Rojhilateke demokratîk wê bi hewldanek kolektîf bi bindestan pêk bê. Divê piştevanî pêk bê. Komîteya Yakjehtî, rêxistinên jinên Kurd û tevgerên din yên herêmê ji nih ade hîmê vê avêtine. Em dikarin Rojhilata Navîn wek cihê hêviyê ji nûve bidest bixin.”