ROJEVA 23'YÊ NÎSANA 2025'AN

  • 09:00 23 Nîsan 2025
  • Rojev
 
* Bi armanca têkoşîna li dijî hişbir û fuhuşê li Amedê gelek sazî hatin gel hev û platforma ‘Şiyar be’ wê 26’ê Nîsanê de bi meşekê îlan bikin. BI DÎMEN 
 
* Lîdera Komîteya Beluc Yakjehtî Sabîha Baloch da zanîn ku êrişên li hember lîder û aktîvîstên jin yên li Belucîstan û Kurdistanê û her wiha cezayên darvekirinê girêdayê hev in û got: “Îro zextên li ser Kurd, Beluc û bindestan ne tesaduf in. Wê Rojhilatek ne aydê rêveberan, aydê gelan bê.”
 
* Şaredariya Bazidê di nava salekê de projeya Navenda Piştevaniya Jinan, Kîtap Duragi, Jin Kafe û ji bo zarokan li 14 taxan 14 projeyên parqê pêk anî. BI DÎMEN 
 
*Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan derbarê xebatên komeleyê de axivî û got: “Em li taxan atolyeyan pêk tînin û ji bo heqîqetê bi jinan re bînin gel hev têdikoşin. Ji ber em bi piştevaniyê dikarin hev baş bikin.” BI DÎMEN