
Evîn Bûldan dixwest rojnamegeriya kurd bi pêş bikeve
- 09:03 1 Nîsan 2025
- Portre
AMED - Di sala 2017’an de di encama qirîza dil de rojnameger Evîn Bûldan jiyana xwe ji dest da û navê Evînê jî wekî bi sedan rojnamegerên têkoşer di nava dîroka çapemeniya kurd de cihê xwe girt. Evîn Buldan ji destpêkê heta dawiyê bi rûkenî, lêhûrbûn û bi israra xwe ya xwe ragihandina heqîqetê dihat naskirin.
Jinên Kurd ji dîrokê, heya niha di hemû qadên jiyanê de ji tevahiya civak û mîrovahiyê re rola pêşengtiyê girtine ser milê xwe, di dîroka mirovahiyê de bûn jêneveger. Yek ji van qadan jî rojnamegerî ye. Jinên ku berpirsyariya mîrasa rojnamegeriyê ya sedan salan dewir girtin, li beramberî hemû êrişên li dijî xwe û gelê xwe bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ carnan bi çeka xwe, carnan bi pênûsa xwe, carnan jî bi kamerayên xwe heta dawiya nefesa xwe têkoşiyan.
Evîn Buldan jî heta dawiyê dev ji têkoşîna xwe ya ragihandina rastiyê berneda. Evîn Buldan ji 2011’an heta nîsana 2017’an li Azadiya Welat gelek rûpelên rojnameyê çêdike. Piştî ku Azadiya Welat bi KHK’ê hat girtin di rojnameya Rojeva Medya de meşa xwe rojnamegeriyê domand. 2’yê Nîsana 2017’an di 27 saliya xwe de qeyrana dil derbas kir û jiyana xwe ji dest da.
Malbata Evîn Buldan di sala 1988’an de, ji Herêma Federal a Kurdistanê ji ber zilma rejima Baase neçar dimînin ku cih û warên xwe terk bikin û berê xwe bidin gundê Buryê yê girêdayî Oremar yê Gevera Colemêrgê. Li vir bi cih dibin. Evîn li vir tê dinê. Di sala 1994’an de malbata Evînê ji ber zext û zordariya dewletê neçar dimînin ku carek din berê xwe bidin Herêma Federal a Kurdistanê. Malbat piştî 13 rojan xwe dighîne Wargeha Penaber a li Geliyê Qiyametê ye. Malbata Evîn Buldan 8 wargeh diguherîne û herî dawiyê jî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûrê) bi cih dibin.
Evîn Buldan perwerdeya xwe li wargehê didomîne û piştre jî derbasî Zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê dibe. Li zanîngehê beşa radyo û televîzyonê diqedîne. Di sala 2011’an berê xwe dide cih û warê ku lê hatî dinê. Evîn li Amedê li rojnameya Azadiya Welat dest bi rojnamegeriyê dike. Ji bo Evîn Buldan rojnamegeriya bi zimanê dayikê tişta herî esasi ye û di hevpeyvînek xwe de li ser girîngiya ziman wiha nêrîna xwe anîbû ziman: “Ez tiştên hatine jiyîn bi kurdî vedibêjim, hûn jî bi tirkî. Lê em neçarin zimanê kurdî biparêzin. Ger em jî zimanê xwe neparêzin em ê komkujî, wêranî, helandin û dagirkeriyê qebûl bikin.”
"Em bi bedêlan hatine van rojan, xwedî kevneşopiyeke wiha ne û bi tu şert û mercî em ji nivîsandina rastiyê nayên xwarê." Ev gotina rojnameger Evîn Buldan bû. Evîn Buldan li pey xwe gelek tişt hişt, nûçeyên xwe yên ku bûn manşet û hevaltiya pir xurt hişt...
Evîn Buldan di rojnivîska xwe de wiha armanca têkoşîna xwe ya heqîqetê tîne ziman: "Gurbetelliyê ji rojnamevanên jin yên kurd re mîrateyek mezin hişt. Gurbetellî di rojên zehmet de têkoşîn çawa tê dayîn nîşanî me da. Gurbetellî dîsa nîşanê me da ku rastî di taritiyê de namîne û têkoşîna mezin çawa tê dayîn nîşan da. Em ê pênûsa wê li erdê nehêlin. Bajar, gund û xaniyên kurdan tên bombebarankirin, mirov tên qetilkirin û îşkencekirin. Jinên kurd tên tazîkirin û teşîrkirin, ziman, nasname çanda kurd tê tunekirin. Çapemeniya muxalif tê bêdengkirin. Gurbetelliyê ji wê demê heta niha çawa kevneşopiya çapemeniyê anî, em ê jî têkoşîna wan bimeşînin û rastiyan derxînin holê. Tu hêz wê li pêş pênûsa heqîqetê nebe asteng...”
Rojeva Medya, di demeke ku gelek rojname, radyo, kovar û televizyonên muxalîf têne girtin, dest bi weşana xwe dike. Evîn Buldan edîtoryaya rojnameyê dike û ji ajansa ANF'ê re axivîbû û bal kişandibû ser rojnamegeriya kurdî: "Hûn dizanin ku li Tirkiyê qirkirina herî mezin li ser zimên e û ji bo vê jî wan pêdivî bi rojnameyeke bi Kurdî dîtine, piştî girtina Azadiya Welat valahiyeke mezin çêbûye. Ji bo vê jî, ji bo ku em balê bikişînin ser gelên ku li dinyayê têne çewisandin û ser civaka Kurd, wan ji zimanê wan fêhm bikin û vebêjin me ev rojname derxistiye.
Em bi berdêlan hatine van rojan, xwedî kevneşopiyeke wiha ne û bi ti şert û mercî em ji nivîsandina rastiyê nayên xwarê."