Vegotinên peyamekê (4)

  • 09:05 28 Adar 2025
  • Dosya
Civaka demokratîk û Ronesansa jinê
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Tespîta "Banga aştî û civaka demokratîk heman demê de ji bo jinan Ronesanse" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di peyama 8’ê Adarê, hîmên ku têkoşîna jinan çawa pêş ketiye û ji vir şûnde wê çawa pêş bikeve, ava dike.
 
Bandora peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de  ji bo jinan şandiye didome. Tespîta "Banga aştî û civaka demokratîk heman demê de ji bo jinan Ronesanse" ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di peyama 8’ê Adarê, hîmên ku têkoşîna jinan çawa pêş ketiye û ji vir şûnde wê çawa pêş bikeve, ava dike.
 
Di vê beşa nivîsa xwe de em hinek sernavên der barê wateya vê tespîtê de digirin dest.
 
Seranserê dîrokê yên ku herî zêde ji şer, pevçûn û rejîmên otorîter mexdur bûne jinin. Jin bi tundiya fîzîkî û psîkolojîk re hatine rû hev û ji ewlehiyên civakî û siyasî bêpar mane. Pêkhatina aştî û pergala civakê ya demokratîk ji bo jinan ne tenê aramî heman demê de tê wateya ronesansê.
 
Di aştiyê de rola jinan
 
 
Tevlibûna jinan a pêvajoya aştiyê, di veguhertina civakê de faktorek girînge. Tevlibûna jinan a mekanîzmayên biryargirtinê, di pêvajoyên aştiyê de edaletê pêk tîne. Hebûna jinan a di aştiyê de lihevkirina civakî û diyalogê  pêş dixîne.
 
Demokrasî û mafê jinan
 
Civaka demokratîk, avabûnek ku jin dibin xwedî mafên wekhev, ferz dike. Di jiyana siyasî, aborî û civakî de cih girtina jinan, ancax bi hawirek nirxên demokratîk lê mayînde ye dikare pêkan be. Demokrasî ji ewlehiya hiqûqî bigirin heta mafê perwerdehiya jinan, mafê hilbijartinê, parastina tundiyê, azadbûna jinê pêk tîne.
 
Demên ku pêşketin lê çêbûne
 
 
Pêvajoyên ku jin di alî mafên xwe de pêşketine, girêdayê pêşketinên demokratîk e. Bidestxistina mafê hilbijartinê, encamgirtina têkoşîna ji bo wekheviyê, pêkhatina polîtîkayên wekheviya zayenda civakî, her tim bi demokrasiyê pêş ketiye.
 
Veguherîna civakî
 
Tevgerên jinan di parastina aştî û demokrasiyê de rolek girîng lîstiye. Têkoşînên femînîst, tenê mafê jinan naparêze, heman demê de edaleta civakî jî pêk tîne. Di destpêka sedsala 20’an de li Ewropa û Amerîkayê tevgerên jinan, bûye hêza pêşketina demokratîk. Her wiha li Latîn Amerîk, Rojhilata Navîn û Asyayê jî têkoşîna maf a jinan piştgiriyek mezin daye pêvajoyên aştî û demokrasiyê.
 
Derfetên nû
 
 
Pêvajoyê aştiyê tenê çekan bêdeng nake; heman demê de derfetên nû dide jinan. Xwegîhandina perwerdehiyê zêde dibe, tevlibûna jiyana kar hêsan dibe û di qada siyasî de zêdetir tên dîtin.
 
Pergala civaka demokratîk
 
Pergala aştî û civaka demokratîk, ji bo jinan ne tenê pêvajoya azadbûnê ye, heman demê de Ronesans e. Bi awayekî aktîf cih girtina jinan a di qada siyasî, aborî, perwerde û jiyana civakî de, veguherinek mezin a civakî jî bixwe re tîne. Tevlibûna jinan a pêvajoya aştiyê, ne tenê ji bo jinan ji bo civakê azadî û demorkasiyê tîne. Ji ber vê jî parastina aştî û demokrasiyê heman demê de parastina wekheviya civakî û mafên jinan e.
 
Ronesansa jinan..
 
Tevgerê jinan seranserê dîrokê bûne parçeyek girîng a guherînên civakî. Bi taybet ji dawiya sedsala 20’an şûnde teoriyên femînîst û pratîk, li deverên cuda yên cîhanê ji nûve teşe bûne. Lê tevgera jinên Kurd ne wek baskekî femînîzmê, di xete ku azadî koleftîk û civakî kiriye de pêş ketiye.
 
Di roja me ya îro de ‘ronesansa jinê’ tê nîqaşkirin û tevgera jinên kurd vê pêvajoyê de bi piştgiriyên xwe cihekî girîng digirin. Ronesansa jinan,cih girtina jinan a wek aktorekî ya xurt dibe û ji nûve teşe dibe, îfade dike. Jinên Kurd ev pêvajo wek xeta têkoşîna li dijî zîhniyeta serdest a mêr û netewê digire dest.
 
 
Çarçoveyek berfireh
 
Tevgera Jinên Kurd, xwedî çarçoveyeke berfireh ku di pênaseyên femînîst de nayê sînorkirinê ye. Jinên Kurd di dîrokê de li dijî serdestiya mêr û zextên siyasî berxwedane û pratîkên xwe nîşan dane.
 
Paradîgma azadbûna civakê
 
Tevgera jinên Kurd bi taybet ji salên 90’î şûnde xwe bi tevgera civakî û têkoşîna siyasî heyî kir û ne tenê wek tevgereke nasnameyê, heman demê de pradîgma azadbûna jinê û wekheviya civakî pêş xistiye. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan baldikşîne ser zanista jinê yanî ‘jîneolojiyê’ û têkoşîna jinên Kurd aniye qonaxeke cuda, ew veguhertiye paradîgma azadiya civakî. Tevgera jinên Kurd li şûna li ser azadiyên şexsî bisekine, berxwedana rêxistinkirî, piştevaniya kolektîf kiriye navenda xwe.
 
 
Veguheriye modela pratîk
 
Ev ji pêşnarekê derketiye û veguheriye modelek pratîkê ya di jiyanê de. Şoreşa Jinan a li Roajva, rastiyeke şênber a vê ratîkê nîşan dide. Li dijî serdestiya mêr, ‘meclîsê jinan’, ‘koperatîfên jinan’, ‘yekîneyên parastina jinan’, nîşan dide ku ev ne tenê teorîke, heman demê de pratîke.
 
Modelek ku îlhamê dide
 
Ronesansa jinan, tê wateya destkeftiya hêza ku mafên xwe diyra dike. Lê ev pêvajo tenê di perspektîfekê de nirxandin wê kêm bimîne. Tevgera Jinên Kurd, hem têkoŞîna femînîst hem jî têkoşîna nasnameya netewî kiriye kes û riyek xweser vedike. Ev ne tenê li Rojhilata navîn li herêmên din yên cîhanê jî ji bo tevgerên jinan dibe modelek ku îlhamê dide. Yanî ronesansa jinan nne tenê berxwedanek li dijî serdestiya mêr e, heman demê de pêvajoya avakirina pergaleke civakê ya nû ye. Tespîta "Banga Aştî û civaka demokratîk heman demê de ji bo jinan ronesanse" îfadeya vê ye û pêşxistina wê nîşan dide.