Ji doza MEBYA-DER’ê li gelek kesî ceza hat birîn

  • 18:38 25 Adar 2025
  • Hiqûq
WAN - Di runiştina doza MEBYA-DER Wanê de ji bo gelek kesî ceza hat birîn.
 
Runiştina biryarê ya doza li endam û rêveberên Komeleya Piştevaniya Kesên Xizmên Xwe Di Derguşa Şaristaniyan de Winda Kirine(MEBYADER) hat dîtin. Di doza bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ hat vekirin  de li gelek kesî ceza hat birÎn.
 
Li Gulîstan Onver, Cîhat Aksu, Seracettîn Bayhar û Ceyda Dîndar 7 sal û 6 meh ceza hat birîn û li Şevket Kaplan jî 6 sal û 10 me ceza hat brîn. Li parlamenterê DEM Partî yê Wanê Mahmut Dîndar jî 6 sal û 3 meh ceza hat birîn.
 
Her wiha ji sûcê ‘alîkariya rêxistinê’ 4 sal û 2 meh ceza li Nebî Kaçak hat birîn.