Biryara dewamiya girtina Sevtap Akdag hat dayin

  • 13:27 25 Adar 2025
  • Hiqûq
   
 
STENBOL – Biryar hat girtin ku girtina Cîgira Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Sevtap Akdag di doza ku dihat darizandin de berdewam bike.
 
Yekemîn danişîna doza ku Alîkara Serokatiya Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevtap Akdag tê darizandin li 25'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê hat dîtin. Endamên Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP), Parlamentera DEM Partiyê Kezban Konukçu, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), nûnerên partiyên siyasî û parêzvanên mafan beşdarî rûniştinê bûn.
 
Sevtap Akdag a ku di danişîna ku bi nasnameya xwe dest pê kir de parastina xwe kir, diyar kir ku ew sûcdariyên li ser xwe qebûl nakin û daxwaza berdana xwe kir.
 
Dozgeriyê daxwaza berdewamkirina girtinê kir. Rûniştin ji bo eşkerekirina biryarê hat taloqkirin. Heyeta dadgehê biryar da ku di danişîna din de şahidê veşartî Ulaş ê nexwest beşdarî danişînê bibe guhdar bike û danişîn taloqî 27'ê Gulanê kir.