
Agirê Newrozê bi dengê jinan bilind bû: Em ê aştiyê ava bikin
- 09:04 25 Adar 2025
- Rojane
Melîke Aydin
MUGLA - Jinên tevli Newrozên li Mîlas û Datçayê bûn, daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin û diyar kirin ku wê aştî ji aliyê jinan ve bê avakirin.
Jinên tevli Newroza li navçeyên Datça û Mîlas a Muglayê bûn, diyar kirin ku êdî înkarkirina Kurdan ne pêkan e û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Jinan dan zanîn ku banga Abdullah Ocalan girîng e û wê jin aştiyê ava bikin.
‘Înkarkirina gelê Kurd ne pêkan e’
Memura teqawît Nazîme Bakiş got ew bi daxwaza aştî û demokrasiyê tevli Newrozê bûye û wiha anî ziman: “Em li dijî şerên serdestan û dijhiqûqiyan tevli Newrozê bûn. Em îro ji bo aştiyê li virin. Demokrasî û mafê mirovan ji bo hemû azadiya gelan e. Bêyî newekhevî bê kirin divê mirov têkoşînê bidin. Ev gel heye, Kurd hene. Înkar û asîmîlasyona vê ne pêkan e. Înkarkirina gelê Kurd ne pêkan e.”
‘Kesk, sor û zer rengên me ne’
Leyla Bakir jî bi lêv kir ku Newroz tê wteya aştî û azadiyê û wiha anî ziman: “Ev cejn di kevneşopiya me de heye. kesk, sor û zer rengên me ne. Em ji rengên xwe natirsin. Em naxwazin rengên me bên astengkirin. Em ji bo serokatiya xwe azadiyê dixwazin. Em azadiya fîzîkî dixawzin. Ne tenê ya serokatiyê divê hemû gelê Kurd ji zilm û zextan xilas bibe.”
‘Wê jin aştiyê bînin’
Ji Platforma Jinan a Datçayê Hurriyet Karadenîz da zanîn ku banga Abdullah Ocalan gelek girîng e û hewcedariya Tirkiyeyê bi aştî û demorkasiyê heye. Hurriyet Karadenîz wiha anî ziman: “Hewl didin gelê Kurd û Tirk ji hev bikin. Lê em jin dibêjin dest nedin îrade û mafên me. Em jin wê aştiyê bi hev re ava bikin. Em bi vê bawer dikin. Em destur nadin newekheviyê.Em wek Platforma Jinan, Platforma Hawirdorê ya Muglayê tevli Newrozê bûn. Newroz jî cejna me ye.Em ê xwe rêxistin bikin û bihev re biserkevin.”
Yanet Yilmaz ya li 4 sale li Datçayê dijî û welatiya Hollandayê ye got ew tevli Newreozên Datçayê dibe û wiha veogt: “Divê her kes fikrên xwe bi awayekî azad bîne ziman. Newroz hatina biharê ye. Ez ji bo her kesî aramiyê dixwazim.”
‘Wê zilm hilweşe’
Saadet Karhan jî bi lêv kir ku Newroz aştî û azadiyê temsîl dike û got: “Newroz ji bo me cejn e. Em dizanin ku wê zilm bi dawî bibe. Li dijî zilmê wê her tim berxwedan hebe. Newroz sembola azadî û berxwedanê ye.”