
Nivîskara Tunusî: Ne şer muzakere wê aştiyê bîne
- 09:03 25 Adar 2025
- Rojane
Melek Avci- Dîlan Babat
AMED - Nivîskara Tunusî Hadhami Mahjoubep Gharbi, ku Newroza Amedê ya dîrokî şopand da zanîn ku divê demildest bersiva banga aştiyê ya Abdullah Ocalan bê dayîn û got ne şer muzakere wê aştiyê bîne.
Newroza dîrokî ya Amedê bi tevlibûna mîlyonan kesî pêk hat û yekane daxwaz hebû kirin ew jî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû. Ji Fransa, Katalonya, Ispanya, Îrlanda, Belçîka, Almanya, Îtalya, Kenya, Çekya, Hîndîstan, Misir, Îran, Lubnan, Lîbya, Iraq, Tunus û Başurê Kurdistanê gelek sendîkavan nûnerên saziya civaka sivîl tevli bûn.
Yek ji van nivîskara Tunusî Hadhami Mahjoubep Gharbi, bû û çavdêriyên xwe ragîhand.
‘Ez bûm heyrana berxwedana jinan’
Hadhami Mahjoubep Gharbi, çavdêriyên xwe yên der barê Newroza Amedê de vegot û wiha anî ziman: “Ji bo fêmkirina pisgirêka Kurd ev ji bo min derfetek mezin bû. Min dît. Bi rastî pîrozbahiyek pir mezin bû. Bi heybet bû. Min ev ne dipa. Ji tiştên ku min bihistibû pir cuda bû. Gelek xweş bû. Ez pir bi bandor bûm. Bexwedana jinan bandorek mezin li min kir. Ez li hember berxwedana jinan heyran mam.”
‘Ez bangê girîng dibînin’
Hadhami Mahjoubep Gharbi, balkişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha dirêjî dayê: “Divê muzakere bê kirin û pirsgirêk bê çareserkirin. Vê bangê em kêfxweş kirine. Em girîn gidbînin. Em tevli nêrîna Abdullah Ocalan ya ku balê dikşîne ser rola jinan a di avakirina civaka demokrtîk de, dibin.Têkoşîna jinan li her qadê heye. Ji bo mafên xwe berxwe didin. Bi rastî min Newerozê de jinên xurt dîtin. Ez pir kêfxweş bûm. Hêviya min pir mezin bû. Jin xwe diparêzin. Têdikoşin. “
‘Divê ev bang li erdê neyê hiştin’
Hadhami Mahjoubep Gharbi, destnîşan kir ku tevî roj derbas bûne hîna gavên şênber nehatine avêtin û wiha domand: “Divê her kes guh bide banga aştî û muzakereyê. Ev bang girînge. Hêviya me eve ku Tirkiye li ser maseya aştiyê rune. Em vê dixwazin û dipên. Divê bê bersiv neyê hiştin. Divê deng bidin aştiyê. Divê demildest bersiva vê bangê bê dayîn.”