Jinên Wanî: Berpirsyarê vê krîzê Erdogan e

  • 09:02 25 Adar 2025
  • Rojane
Neslîhan Kardaş-Memîhan Zeydan 
 
WAN - Jinên taxa Karşiyaka ya Wanê der barê krîza aborî de axivîn û diyar kirin ku sedema vê krîzê rêveberiya welat e û wiha gotin: “Li welat krîzek mezin heye. Sedema vê dewlet dizane. Sedema krîzê Erdogan e. Sedema her tiştî hikûmet e.”
 
Krîza aborî roj bi roj giran dibe û ev bandorê li sifreyên Remezanê jî dike. Jinên derketin bazara taxê, hewcedarên malê û xwarinê digirin, lê bi baldarî digirin. Jin li nava tezgahan digerin ku xurekên bihayê wan kêm bibînin bigirin. Jin diyar dikin ku nikarin hewcedariya heftane bigirin. Jinan anî ziman ku tevî butçeya bazarê zêde kirine jî nikarin tiştên lazim bigirin û vedigerin malê.
 
Jinên li bazara li taxa Karşiyaka ya Rêya Armûşê der barê krîzê û bandora wê de ji ajansa me re axivîn.
 
‘Dewlet sedema krîzê dizane’
 
Nahayî Duman diyar kir ku li hemû bazarê geriyaye lê berhem negirtiye û biha gelek zêde ne. Nahayî Duman wiha vegot: “Ez dîsa jî dikarim hewcedariyên xwe bigirim. Lê gelek mirovên nikarin bigirin hene. Xaniyê min ne kirê ye, lê mirovên di kirê de dijîn hene. Kirê biha ne. Krîzek mezin heye.  Dewlet sedema krîzê dizane. Her tişt heye lê biha gelek zêde ne.”
 
‘Dema bihayan dibînin şûnde datînin’
 
Halîme Şeker a 6 sal e li bazara taxê esnafiyê dike balkişand ser bihayan û got mirov nikarin berhem bigirin ji ber vê karê wan jî nabe. Halîme Şeker ev tişt anî ziman: “Bihayê sebzeyan firyaye. Kîloya balcanê 200 lîraye wê mirov çawa debarê bikin? Ez dixebitim, bi awayekî debarê bikim. Lê yên naxebitin hene. Muşterî tên li bihayan dinêrin û şûnde datînin. Berê bihabûn hebû lê ne evqas. Berpirsê krîzê Erdogan e. Her tişt biha ye. Mirovan dide zorê. Hêza girtinê nemaye.”
 
‘Berê me bi 300 lîra 10 poşet digirtin’
 
Gulçîn Demîr jî daxuyakirin ku ji ber bihayan nikarin tiştekî bigirin û wiha dirêjî dayê: “Em bêyî tiştekî bigirin vedigerin malê. Krîzek mezin heye. Zarokên min li malê ne betalin. Em bi pereyê teqawîtbûnê debarê dikin. Em 6 nifûsin. Ez bi 500 TL hatim bazarê lê  têrî tiştekî nake.  Pêşiya me cejne. Her tişt bihaye. Berê me bi 300 TL  10 poşet tişt digir lê niha em yekê nikarin bigirin.”
 
‘Bi 200 lîrayê tiştek nayê’
 
Hanîfe Yildiz destnîşan kir ku her tişt biha ye û wiha bi lêv kir: “Min 200 lîra anî lê pê tiştek nehat. Ez şerm bikim bêjim. Em 5 nifûsin bi zor debara xwe dikin.” 
 
‘ji sibehê de ye digerim min tenê poşetek girtiye’
 
Berîvan Kaya diyar kir ku 8 zarokên wê hene hevjînê wê girtîgehê de ye û wiha bi lêv kir: “Ji sibehê de digerim. Min tenê poşetek tişt girt. Ka em dikarin çi bigirin? Em meha Remezanê de ne. Neçarin dan û standinê bikin. Ez bi 500 lîra hatim bazarê. Her tiş bihaye.  Kelem bûye 120 lîra, marul bûye 80 lîra. Krîzek mezin heye. Cejn li pêş me ye. Mirov heye nikare tu tiştekî bigire.”
 
‘Sedema her tiştî hikûmete’
 
Siyaha Şapkaci jî got ew nikarin li zarokên xwe binêrin û wiha dawî lê anî: “Ez niha nikarim tu sebzeyekî bigirim. Ez bi 100 TT hatim lê nizanim çi bigirim. Em hewcedariyên xwe nikarin temam bikin. Berê em bi 150-250 dihatin bazarê me her tişt digirt. Niha em bi 2 hezarî nikarin hewcedariyên xwe temam bikin. Sedema vê hikûmete.”