
Dê ciwan bimeşin Amarayê
- 12:26 24 Adar 2025
- Rojane
AMED -Meclisa Ciwanan a AMED Partiyê ji bo meşa "Em bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşin" ku wê di navbera 1-4'ê Nîsanê de ji Amedê heta Amarayê bê lidarxistin, bang kir.
Endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) der barê meşa bi dirûşma "Em bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşin" ku wê di navbera 1-4'ê Nîsanê de ji Amedê heta gundê Amara yê Xelfetî ya Rihayê bê lidarxistin, daxuyaniyek da. Parlamenterên DEM Partiyê Ceylan Akça û Bêrîtan Guneş jî beşdarî daxuyaniya li avahiya DEM Partiyê ya Amedê bûn.
Endama Koordînasyona Jinê ya Meclisa Ciwanan DEM Partiyê Lorîn Aryen Turgut daxuyanî bi Kurdî xwend û endamê Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê Mustafa Yaşodun jî ya Tirkî xwend.
Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin: “Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a ku di 27’ê Sibatê de ji aliyê Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ve hat kirin û rejîma tecrîdê ya ku 43 meh in hewl tê dayîn bê domandin hilweşand, hêvî da hemû gel û civakên bindest û bi taybet gelên Kurdistan û Tirkiyeyê û pêvajoyeke nû hat destpêkirin.
Banga Aştî û Civaka Demokratîk ji bo hemû beşên civakê serdemeke nû ya berxwedanê pênase dike û bang li her kesî dike ku bibin avakerê jiyana ku li ser esasê azadiya li welat bê qebûlkirin. Li ser rêya jiyaneke nû ya bi rûmet, em weke ciwan, hêza pêşeng û berxwedêr a civakê em ê bi xeta xwe ya bîrdozî û çalakiyê ya herî xurt beşdarî vê bangê dibin. Em bang li hemû gelê xwe yê welatparêz û rêhevalên ciwan dikin ku bangawaziya Aştî û Civaka Demokratîk hembêz bikin û bi dirûşma ‘Em bi Civaka Demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşin’ bimeşin. Werin em hemû di 1’ê Nîsanê de ji Amedê heta Amarayê bimeşin û bibin pêşengên jiyana bi rûmet!”