'Em ê li dijî darbeya qeyûm li ber xwe bidin'
- 12:27 13 Çile 2025
- Ramyarî
ENQERE - DEM Partî nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredadriya Akdenîzê da û got, “Hûn çiqas êrîşê îradeya gel bikin, hûn ê ewqas mezin winda bikin. Duh çawa me li ber xwe da, em ê îro jî wiha li ber xwe bidin.”
Desteya Rêveber a Navendî ya DEM Partiyê derbarê desteserkirina Şaredariya Akdenîzê daxuyaniyek nivîskî weşand.
DEM Partî, destnîşan kir ku hevşaredarên Akdenîzê Nûriye Aslan, Hoşyar Sariyildiz û endamên Meclîsa Şaredariyê Ozgur Çaglar, Neslîhan Oruç û Hîmet Bakirhan li ser fermana desthilatdariyê hatine girtin û qeyûm tayînê Şaredariya Akdenîzê hat kirin.
DEM Partî, diyar kir ku desthilatdariya AKP’ê her ku desteka civakê winda dike, li hemberî îradeya gel dikeve înadê û li dijî tercîha gel şer dide destpêkirin.
DEM Partî, da xuyakirin ku israra di qeyûm de di heman demê de îhtîmala pêvajoya aştî û çareseriyê sebote dike û got ku çi dikin bila bikin ew ê bi ser nekevin.
DEM Partî di dawiyê de got, “Em tu carî qebûl nakin û dê parastina îradeya gelê xwe berdewam bikin. Li dijî darbeya qeyûm me duh çawa li ber xwe da, em ê îro jî bi heman awayî li ber xwe bidin. Tevî her cure provokasyonan jî ji bo ku pêvajoya ku di gelê me de hêviyekê ava dike bi ser bikeve em ê bi beşên aştîxwaz ên civakê re têkoşîna xwe bidomînin. Tevî vê zîhniyeta darbekar û qeyûm, em ê teqez bi ser bikevin."