Li Wanê rapora girtîgehên Serheda Jor hat eşkerekirin
- 17:04 13 Çile 2025
- Rojane
WAN - Saziyên hiqûqê û saziyên sivîl ên Wanê, rapora xwe ya girtîgehên Serheda Jor parve kirin û destnîşan kirin ku wan tespît û çavderiya binpêkirina gelek mafan kirine û gotin: “Girtî di bin tecrîdeke giran de tên ragirtin û gelek mafên wan ên jiyanî tên astengkirin.”
Saziyên hiqûqê û saziyên sivîl ên Wanê, rapora xwe ya girtîgehên Serheda Jor parve kirin û destnîşan kirin ku wan tespît û çavderiya binpêkirina gelek mafan kirine û gotin: “Girtî di bin tecrîdeke giran de tên ragirtin û gelek mafên wan ên jiyanî tên astengkirin.”
Saziyên hiqûqê û saziyên sivîl ên Wanê, rapora xwe ya girtîgehên Serheda Jor bi daxuyaniya ku li Eywana Konferansê ya Tahîr Elçî ya li Baroya Wanê, eşkere kir. Saziyên ku serdana girtîgehên Serheda Jor kirî, tespît û çavderiyên xwe di raporê de pêşkêşî raya giştî kirin. Endamên TUHAY-DER, Komîsyona Girtîgehan a Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê, Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Sendîqeya Kedkarên Tendirûstiyê (SES) a Şaxa Wanê û Odeya Tabîban a Colemêrg û Wanê tev li daxuyaniyê bûn.
Serdana 7 girtîgehan kirine
Endamê Lijneya Rêveberiyê ya Baroya Wanê Mehmet Cevat Yilmaz li ser navê heyetê rapora binpêkirinên mafan xwend. Mehmet Cevat Yilmaz, anî ziman ku wan serdana Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Tîp a F ya Wanê, Girtîgeha Tîp a T ya Wanê, Girtîgeha Tîp a T ya Ahlatê, Girtîgeha Tîp a L ya Panosê, Girtîgeha Tîp a S ya Îdirê, Girtîgeha Tîpa L ya Kalkandereyê û Girtîgehan Tîpa T ya Beşîkduzuyê kirine. Mehmet Cevdet Yilmaz, tespît û çavderiyên xwe rêz kir û wiha got: “Li girtîgehan binpêkirina mafê tedawiyê, lêgerîna di nava dev de û mûayeneya bikelemçekirî li ser girtiyan tê fezkirin û gelek girtî ji ber van pirsgirêkan naxwaze tedawî bibe. Di hemû girtîgehên hatine ziyaretkirin de pirtûkên kurdî nayên dayîn û hinek girtîgeh ev 6 sal in pirtûk û nameyên kurdî nedane girtiyan. Rojnameyên weke Yenî Yaşam, Evrensel û Bîrgun ji hêla girtîgehan ve tên astengkirin û nadin girtiyan. Her wiha qanalên televîzyonê yên mixalîf jî nayên vekirin.”
Êrîşî qawîşên jinan kirine
Mehmet Cevat Yilmaz, wiha berdewam kir: “Xwarina girtîgehan têra girtiyan nake û li hinek girtîgehan xwarin ewqasî xerab e ku nayê xwarin. Di aliyê paqijiyê de gelek pirsgirêk hene û bihayê qantînê jî gelek gelek zêde ye. Ji pêvajoya pandemiyê gelek aktivîte hatibûn qedexekirin. Me dît ku ev qedexe hêj jî didomin û gelek mafên girtiyan tên binpêkirin. Mafê girtiyan ê telefonê ya bidîtinî tê astengkirin û sedem jî weke ‘binesaziya wê nîne’ nîşan didin. Lêgerînên odeyan ên rûtîn ji armanca xwe derketiye û bûye kiryareke tundiyê. Tehliyeya girtiyan bi Biryara Lijneya Çavderiyê tê astengkirin. Li Girtîgeha Tîp a L ya Panosê pîsitiya civîkan di nava xwarina girtiyên jin de derketiye û girtiyan jî bertek nîşan daye. Ji ber vê yekê di 18ê kanûna 2024an de 40 gardiyanên mêr bi ser qawişên girtiyên jin de girtiye û tundî li girtiyên jin kirine. Gelek girtî ji ber ku malbatên dûr in, nikarin serdana zarokên xwe bikin. Girtî di bin tecrîdeke giran de ne û gelek mafên wan tên binpêkirin.”