Rola jinan a di pêşeroja Sûriyeyê de hat nîqaşkirin
- 19:03 13 Çile 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên siyasetmedar, rewşenbîr û civakî di civîneke berfireh li Reqayê de astengiyên niha yên li pêşberî aqûbeta jinên Sûriyeyî nîqaş kirin.
Bi pêşengiya gelek rewşenbîr, çalakvan û endamên rêxistinên jinan û perwerdehiyê Tevgera Çanda Jinan a Hîlala Zêrîn li hola navenda çandê ya Reqayê bi sernavê "Rola jinên rewşenbîr di avakirina Sûriyeya nû de" civînek li dar xist.
Di civînê de endama Desteya Hevrokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif, Hevseroka Desteya Çand û Şûnwaran a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Serfiraz Şerîf beşdarî civînê bûn.
Di civînê de Foza Yûsif axivî û bal kişand ser alozî û wêraniya li Sûriyeyê, piştî ketina Partiya Baasê, çêbûye. Foza Yusîf behsa pêvajoya siyasî ya heyî ya li Sûriyeyê kir û got divê jin bi awayekî çalak beşdarî pêvajoya siyasî ya li Sûriyeyê bibin û di xêzkirina pêşeroja ronîdar a Sûriyeyê de xwedî rol bin.
Foza Yusîf a bang li jinên Sûriyeyê kir ku bi awayekî aktîv beşdariya pêşeroja Sûriyeyê bibin û tu hewldanên biçûkxistinê û dûrxistina ji biryardayînê qebûl nekin.
Li aliyekî din jî hevseroka Desteya Çand û Şûnwaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Serfiraz Şerîf diyar kir ku pêwîstî bi sekna li dijî biryarên dijî jinan heye û divê fedakariyên mezin ên niha Sûriyeyê bi saya jinan bi dest xistine, di ber çavan re were girtin.
Endama Meclisa Jinan a Zanîngeha Şerq a kantona Reqayê Fatme El Ebod axivî û pêşniyar kir ku ji bo beşdariya di pêvajoyên guhartinên tên xwestin de komîte ji jin di tevahî etnîk û mezheban de beşdar bin.
Di dawiyê de jî endama Tevgera Hîlala Zêrîn Lilian Koumjian a ji pêkhateya Ermenî axivî û got: "Divê em hevgirtina xwe xust bikin û li dijî gefên dewleta Tirk ên dijî jinan bisekinin û rihê hevgirtinê li dijî hewldanên reşkirina projeya me ya demokratîk nîşan bidin."