Li gelek navendan serê salê hat pîrozkirin
- 14:23 13 Çile 2025
- Çand û Huner
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi minasebeta Serê Salê li gelek navendan pîrozbahî hat lidarxistin
Kurdên ku salnameya Rumî esas digirin 13'ê Çileyê wekî serê salê qebûl dikin. Bi minasebeta serê salê li gelek navendan şahî hatin lidarxistin.
Amed
Li Zarokistanên 450 Evler û Baxcilarê ku girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ne, şeva sersalê hat lidarxistin.
Ji bo zarokan li Zarokistan û Nnavendên Lênêrîna Bi Roj ên girêdayî Midûriyeta Şaxa Zarokan a Midûriyeta Xizmetên Civakî ji bo zarokan çalakiya fedayî pêk hat.
Di çarçoveya çalakiyê de zarokan bi tepsiyên tijî xwarinên ku ji berê de ji aliyê dê û bav û mamosteyan ve hatibûn amadekirin, li dersxaneyan geriyan, ji heval û hogirên xwe re silav kirin û sala nû bi wan re pîroz kirin. Zarokên ku cil û bergên rengîn li xwe kiribûn, di çalakiyê de bi mamoste û malbatên xwe re stranên gelêrî gotin.
Şahî, piştî xwendekaran îkramên xwe kirin bi dawî bû.
Li Peyasê jî pîrozbahî
Qrêş û Mala Lênerînê ya Zarokistana Perperike ya girêdayî Zarokistana Şaredariya Peyasê di çarçoveya çanda ‘Kosegelî’yê de Serê Salê pîroz kirin.
Qrêş û Mala Lênerînê ya Zarokistana Perperik a girêdayî Gerînendetiya Çand û Karên Civakî ya di bin banê Şaredariya Peyasê xebatên xwe dimeşîne, di çarçoveya çanda ‘Kosegelî’yê de Serê Salê pîroz kirin. Zarokan cilên neteweyî li xwe kirin, bi lêdana erbaneyan derbasî avahiya şaredariyê bûn û serdana Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar kirin. Hevşaredara Peyasê jî li gor pîrozbahiyên Serê Salê xelat li zarokan belav kir.
Zarokên Qrêş û Mala Lênerînê ya Zarokistanê jî cilên neteweyî li xwe kirin, Kosegelî gerandin û Serê Salê pîroz kirin.