Li Amedê pîrozbahiyên sersalê

  • 19:30 13 Çile 2025
  • Çand û Huner
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ya Peyas û Rezan çarçoveya pîrozbahiya Serê Salê de bername pêk anîn û demên bi coş hatin jiyîn.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Şaredariya Rezan çarçoveya pîrozbahiyên serê salê de bername pêk anîn.  Li Kolana Sakarya ya Rezan hevşaredarên bajarê mezin a Amedê û hevşaredarên Rezan  ligel dev û zirne û ‘kosegelî’  hatin gel hev û heta Parka Koşuyolu esnaf ziyaret kirin û şekir belavkirin.
 
Di bernameyê de çîrok, stran hatin gotin û atolya zarokan pêk hat. Dengbêjan stran gotin.
 
Peyas
 
Li Peyasê jî li taxa Gazîler ligel ‘kosegelî’ serdana esnafan hat kirin.Koma ‘kosegelî’ bê navber gotin ‘Serê salê binê malê xwe û dê azadiye bîne Kurdistanê’.
Bername bi govendê bidawî bû.