Hevşaredarê Peyasê hat berdan

  • 18:14 13 Çile 2025
  • Rojane
ANKARA - Der barê  hevşaredarên Peyasê Cengîz Dundar biryara tahliyeyê hat dayîn.
 
Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar ku di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere bû di 30’ê Mijdara 2024’an de hatibû girtin û li girtîgehan Ewlehiya bilind a Sîncanê dihat girtin hat tahliyekirin.Li ser îtîraza parêzeran biryara tahliyeya Cengîz Dundar hat dayîn. 
 
Nav de cigira hevserokatiya  giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Sevtap Akdag û hevşaredarê Peyas a Amedê Cengîz Dundar jî hebû 9 kes 30’ê Mijdara 2024’an de hatibûn girtin.