Rojnameger sewqî edliyeyê hatin kirin

  • 13:16 8 Çile 2025
  • Hiqûq
WAN - Sê rojnamegerên duh li navçeya Erdîşê hatibûn binçavkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin. 
 
Xebatkarê rojnameya Yenî Yaşamê Mehmet Şakîr Karadaş û ji Ajansa Welat (AW) Hulya Taş û Rohat Bulut duh li noqteya kontrolê ya polîsan a li navçeya Erdîşê ya Wanê hatin binçavkirin. Rojnamegerên birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê, îro sewqî edliyeyê hatin kirin.