2024: Dengê berxwedanê parzemîn derbas kirin (8)

  • 09:04 27 Kanûn 2024
  • Ekolojî
Li dijî krîza avhewayê berxwedana xwezayê
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Sala 2024’an bû saleke ku xweza hat talankirin, krîza avhewayê girantir û hilweşîna hawirdorê gihişt asta ku mirovan bike fikarê. Ekolojîst Melîs Tantan, dema vê tabloya reş dinixîne wiha dibêje: “Em civakên xwe azad bikin em ê xwezayê jî azad bikin.”
 
Sala 2024’an wek saleke ku fikarên hilweşîna ekolojîk gihişt astek bi fikar, li pey ma. Talankirina xwezayê, girankirina krîza avhewayê û hilweşînên hawirdorê, cîhanê berbi nokteyeke ku vegera wê tuneye de dibe. 
 
Tabloya tarî ya di alî ekolojîk de derket holê bêguman binpêkirinên mafan yên civakê jî bixwe re anî. Rewakirina qetilkirina sewalan, talankirina xwezayê, koçberkirina mirovan, bêguman jiyana mirovan tehdîd dike. Lê tevî vê tabloya reş têkoşîna ekolojîst hêviyê dide. Tê hêvîkirin ku ev berxwedan di 2025’an de hîn xurtir bibe.
 
Ekolojîst Melîs Tantan, der barê geşedanên ekolojîk yên sala 2024’an û her wiha berxwedan ali dijî talanê ji ajansa me re nirxand.
 
Nivîsa Melîs Tantan wiha ye:
 
“Dîmenê 2024’an hilweşîna ekolojîk nîşan dide: Di 2024’an talankirina ekolojîk berdewam kir
 
Ji bo bîranîna hemû canên me winda kirine û Reşît Kîbar…
 
Li gorî salên borî di 2024’an de  tabloya ekolojiyê ya derdikeve pêş mirovan dike fikaran. Sedema vê fikarê, zêdebûna desthilatdariyên rastgirt, şer û dagirkirinên li erdnîgariya me ye û her wiha texrîbkirina xwezayê ya roj bi roj zêdetir dibe. Pêşerojê de wê çi bê serê me nayê zanîn. Lê em ê rê nedin vê fikarê. Bi baweriya bi têkoşînê em ê her tim reçeteya rizgariyê bibîr bînin.
 
Gelo dîmenê me kîjane? Em binêrin.
 
Ji bo sermayeyê hîn bêtir qada rant û razameniyê
 
Encama polîtîkayên algirên sermayê qirkirina xwezayê her diçe giran dibe. Polîtîkayên ji bo mezinbûn û pêşketinê, razameniya ji bo sermaya herêmî li qada navneteweyî tê kirin, talankirina qadên jiyanê polîtîka aboriyê ya ku piyasa diyar dikin, siyaseta serdest ya tê meşandin xwezayê roj bi roj talan dike.
 
Her çiqas hikûmeta Tirkiyeyê li dijî krîza avhewayê Peymana Parîsê îmze kir jî, di sala 2053'yan de hedefa sifir danî û got ku çavkaniyan ji enerjiyên nûjen re veqetandiye jî, pratîka wê ew e ku ji krîzê derfetên nû biafirîne, qadên nû yên veberhênanê ji sermayê re veke, bi cih bîne. Pratîkên înkarker ên avhewayê û şuştina kesk rêyek ku têgihîştinê belav dike dişopîne. 
 
Li diji hilweşîna avheweyê gelek welatan wek alternatîf enerjiya enukler derxist pêş. Lobiyên nukleerî, ku di COP ya sala borî de bihêztir bûn, 31 dewlet  berbi xwe kişand. Ji bo Tirkiyeyê çêkirina santrala li Akkuyu bênavber dewam dike û santrala ku amadehiya xebatê gav bi gav dikin, bi geşbûna xwe ya nukleerî û tevî derengmayînên berdewam, ji karasetan bilind dibe. 
 
Ji Plana Pêşvebirin, butçeya 2025 û peymanên stratejîk yên navbera dewletan  de jî tê dîtin ku wê sekotrên enerjî û madenê û wê hem jî şîrketên herêmî li Tirkiye û Kurdistanê  razemeniyan bikin. 
 
Hemû planên sermayê ku li ser esasê talankirina xwezayê ne, di heman demê de piştî erdhejê me di qanûna rezerv û çêkirina  Hatayê de dît. Em bi encameke ku dibe sedema desteserkirina mafê starbûnê. Mafê xaniyan, zêdekirina kirêya bajaran û koçkirina bi darê zorê, deyn û xwedîderketina gel. Di ser erdhejê re tam 2 sal derbas bibin û pirsgirêkên li Antakyayê, ji bermahiyên kîmyewî yên asbestê yên ku di nav av û axê de tevlihev bûne, pîsbûna zozanan, belavbûna santralên betonê yên qaçax û neqanûnî ku rehetiyê nadin dest pê dike. ji gel re û veguhertina paytexta avahîsaziyê li cîhek ku pere lê tê kor kirin (bi rengekî ku em nikaribin jê re bibêjin bajarok). Belavbûna niştecihên bê rêkûpêk û bi rengê komê, ku bajarvanîbûn li gorî plansaziyê nayê kirin, dûrî pêkhateyên bajarî yên demokratîk, plansazkirî, sosyalîst, ekolojîk û beşdar e. Ev rewş dê bibe sedema zirarên giran û dibe ku di deh salên pêş de bandorek wêranker hebe.
 
Divê faliyetên Ekstraktivist (kolandinê) bidawî bin
 
Vê demê gelek projeyên madenê derketin pêş me. Me sala nû bi komkujiya madena zêr ya Îlîçî vekir. Em tuneikrina Çiyayên Kaz û talankirina Mezopotamyayê salê digirin. Yek şîrketek bi cudahiyek mezin gelek kargeriyên madena zê didin meşandin. Qezenca ji vir digirin, ne ji bo fêdeya rayagiştî ne jî ji bo hewcedariya zêr tê kirin. Cengîz Holdîng li Çiyayên Kaz ji bo madena zêr-sifir  birîna daran da destpêkirin û li Eskîşehîrê li geliyê Alpagut hewldana vekirina madenê didome, li Kirşehîrê sê projeyên madenên cuda hene, li Gumuşhaneyê ji sedî 93 made bi ruhsatin, li navçeyên Amedê projeyên madenê tê meşandin û planên kolandin-tunekirinê didomin.
 
Çiyayê Kurdistanê tên talankirin
 
Projeyên HES’ê li her derê Kurdistanê belav dibin. Li Amedê bi projeya transatlantîc, projeyek mezin bêdeng 10 salên din hat dirêjkirin û tesîsa petrola zinar, gaza zinar pêk tê. Birîna daran û teqîna dînamîtan ku îsal li herêmên Cûdî, Besta û Gabarê berdewam kir, sûcê ekolojîk û her wiha gelek sûc li herêmê pêk anî. Dîsa bi binavkirina herêma operasyonê hewl dan ku rê li ber van êriş û teqînan bigirin. Piştî salan, îsal dîsa bendava Cizîrê bû rojev, ev bendava 10’emîn e ku dê bibe sedem ku Dîcle nefesa xwe ya dawî bide. Dîsa sedem jî derewa avdanê ye. Erdnîgariya Kurdistanê ji van bendav û van derewan êdî bes e. Av di bendavan de tê girtin, gel bê av dimîne û li ser vê yekê jî ji aliyê DEDAŞ'ê ve zilm û zordariya li ser wan tê kirin. Îsal şîrketa belavkirina enerjiyê bûye sazbûnek şerê taybet, hem bi sedema şewatê, hem jî bi fatûreyan ji gel re tê girtin û mexdûriyeta wan ji ber girtina avê. Ne bes e, bi van naqede, projeya rêya geşepêdanê armanc dike ku asta wêraniyê bigihîne asteke mezin.
 
Pratîka tunekirina jiyanê zêde dibe
 
Bi derxistina qanûna qetilkirina sewalan, êrişên li hember jiyan û mafê sewalan zêde bû. Ev qanûna li dijî sewalan wê hîn bêtir mezin bibe.
Sala 2024'an a ku em ê li pey xwe bihêlin, her çend ji sala berê xerabtir be jî, dê ji sala bê di rewşek çêtir de were bîranîn. Li gorî pêşbîniyên me yên ji bo sala 2025’an, divê em berê xwe bidin rêze êrişên ku wêranî, talan û talan zêde bibin û berxwedaneke birêxistinkirî biafirînin. Ger em karibin civakên xwe azad bikin, em dikarin xwezayê jî azad bikin. Çima nabe ku Besta, Çiyayên Kaz, Antakya û geliyên li Kirşehîrê ji vê wêraniyê rizgar bibin? Bila sala 2025’an bibe saleke ku hêviyên wê zêde bibin, îradeya têkoşînê mezin bibe û azadî dest pê bike.”

Etîketan:

jinnews