HDK Konferansa Jinan li dar dixe
- 11:35 2 Mijdar 2024
- Rojane
STENBOL - Meclisa Jinan a HDK'ê bi dirûşma “Bi hêviyê re dimeşin, bi serhildanê mezin dibin, dê bi berxwedanê bi ser kevin” konferansa xwe li dar dixe.
Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma “Bi hêviyê re dimeşin, bi serhildanê mezin dibin, dê bi berxwedanê bi ser kevin” konferansa jinan li dar dixe. Konferans li Navenda Çand û Hunerê ya Dr. Kadîr Topbaş a li navçeya Sancaktepe ya Stenbolê tê lidarxistin. Di salonê de bi 6 zimanan "Jin jiyan azadî" û "Ked a me ye, beden û nasname ya me ye", “Aştî bi berxedana jinan tê“ û “Ne peyman dev ji şîdetê berdin" hatin daliqandin.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çigdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan ((DEM Partî) Tulay Hatîmogulları, nûnerên partiyên siyasî û delegeyên HDK'ê tevlî konferansê bûn.
Berfirehiya nûçeyê tê...