2'yê Mijdara 2014'an: Roja Rojava ya Cîhanê hat îlankirin

  • 09:01 2 Mijdar 2024
  • Di Dîrokê De Îro
 
Ji bo piştgirîdayîna berxwedana Rojava û ragihandina têkoşîna li dijî DAIŞ’ê, di asta cîhanê de 2'yê Mijdarê wek roja hevgirtinê hat îlankirin. Kobanê weke parçeyek ji Rojava bû qada berxwedanê ya girîng ku Gelê Kurd û gelên cuda mînaka parastina hevpar nîşan dan.
 
Di îlankirina rojê de ji Ewropa û bakurê Amerîkayê rêxistinên femînist, kom, kurdên li Ewropayê dijîn ketin nav hewldanê. Ne di asta Neteweyên Yekbûyî û dewletan de, bi taybetî di nav tevgerên kollektîf a piştevaniyê de ev bang hat kirin û û ev roj hat îlankirin. 
 
Di şerê Kobanê de di cîhanê de rayeke giştî ya mezin hat avakirin. Çalakî û protestoyên piştevaniyê ya ji bo Kobanê hatin pêşxistin. Di vê çarçoveyê de ji hêla aktîvîstên navneteweyî, zanyar, ronakbîr û gelek komên din ji bo piştevaniyê bidin têkoşîna azadî û wekhewiyê ya Rojava 2'yê Mijdarê wek Roja Rojava ya Cîhanê hat îlankirin. Her sal bi çalakiyên cuda 2'yê Mijdarê tê peşwazîkirin.
 
Hin bûyerên girîng yên din ku di dîrokê de qewimîne wiha ne:
  
1789: Anne Knight ku di dîrok têkoşîna jinan de cihek girîng digire îro hat dinê. Anne li hemberî koletiyê her tim di nava têkoşînê de bû. Nehiştin parêzvana mafên mirovan Anne tevlî Peymana Têkoşîna li Dijî Koletiya Cîhanê bibe. Anne piştî astengiyê dest bi têkoşîna mafên jinan kir. Di sala 1847'an de ji bo mafê dengdayînê ya jinan cara yekem broşûrek derxist. Di sala 1851'an de jî bi jinên Îngilizan re ji bo mafê dengdayînê ya jinan Rêxistina Siyasî ya Jinan Sheffieldê ava kirin. Anne, di 4'ê cotmeha 1862’an de jiyana xwe ji dest da. 
 
1989: Jinên Feminîst ku li dijî destdirêjiyê kampanya bi dirûşma, "Bedena me ya me ye ji destdirêjiyê re na" dan destpêkirin, 2'yê Mijdarê de jinan li dijî destdirêjiyê, derziyên mor ku sembola têkoşîna li dijî destdirêjiyê bûn li kosterên Kadikoy -Karakoyê yên Stenbolê belav kirin.
 
2015: Li Kîel a Elmanyayê jin li Navenda Civakê ya Kurd a Demokratîk civiyan 30 komînên jinan hatin avakirin.