Konferansa Jinan a HDK’ê: Bi berxwedanê em bi ser dikevin 2024-11-02 11:35:29     STENBOL - Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr, di Konferansa Jinan a HDK’ê de got: "Ji bo hilweşandina pergala serdest a mêr di nava serhildan û berxwedanê de nin." Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullarî jî wiha axivî: "Ji bo paradîgmaya HDK'ê hîn bêhtir mezin bibe, divê gavên pratîk bên avêtin."   Meclisa Jinan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi dirûşma “Em bihêvî dimeşin, bi serhildanê mezin dibin bi berxwedanê biserdikevin” 13’yemîn Konferansa Jinan li dar dixe. Konferansa ku bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, nûnerên partiyên siyasî û saziyên jinan tê pêkanîn li Navenda Çand û Hunere ya Dr. Kadîr Topbaş a li navçeya Sancaktepeyê tê lidarxistin.    Li eywana ku konferans lê tê lidarxistin bi kurdî, tirkî, erebî bi komî 6 zimanan flamayên ku “Jin jiyan azadî” li ser dinivîsî û pankartên “Ked jî ya me ye, laş jî yê me ye; nasname jî ya me ye, şoreş jî”, “Aşitî bi berxwedana jinan tê” û “Destan ne ji peymanê ji tundiyê berde” hatin daliqandin.      Kongreya ku piştî bijartina dîvanê destpê kir. Li ser navê endamên divanê endama Lîjneya Rêveberiya Navendî (MYK) a DEM Partiyê, Semîha Şahîn axivî û bal kişand ser girîngiya kongre û got: "HDK ji bo kesên wekhevî û azadiyê dixwazin keştiya hêviyê ye û têkoşîna ku bi salan e dimeşînin tevî hemû zehmetiyan jî xurtir bûye. Em rêwîtiya xwe ya ku bibin keştiya hêviyê didomînin. Em ê têkoşîna xwe bênavber bidomînin. Fikra HDK'ê weke navê avakirina siberojê bi hêza ku ji dîrokê digire derket holê. HDK dibistanek e, hişmendiyek e. Ger tundî, şer û îstîsmar hebe, îdeolojiya HDK’ê têkoşîna li dijî wan didomîne. Me destûr neda ku  jiyan û pêşeroja me were dizîn. Em bi hêviya şoreşa Rojava dimeşin. Weke jin û LGBT+ em ê ji bo jiyana xwe li hev kom bibin û komara demokratîk ava bikin. Ez kêfxweş im ku hûn hene."   Piştî axaftina Semîha Şahîn, bo jinên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyana xwe ji dest dane deqeyek rêz hat girtin. Piştre sînevîzyona ji bo Konferansa Jinan hatibû amadekirin hate pêşandan.   Li dijî xefikan pêvajoya aştiyê   Hevberdevka HDK'ê Esengul Demîr, axaftina vekirinê ya konferansê kir û wiha nêrînên xwe anî ziman: "Hawîrdora pevçûnên li Rojhilata Navîn û polîtîkayên şer ji aliyê hikûmetan ve bi awayekî plankirî hatiye meşandin. Li hemû cîhanê gel li dijî van polîtîkayên şer dadikevin qadan û deng derdixin. Dema ku gel li dijî van polîtîkayên şer e, desthilatdar gavekê jî paşve navêjin, biryardariya desthilatdaran a di vê mijarê de nîşan dide. Kes nikare li hemberî îtîrazên gel bisekine. Serhildan ji Rojava heta Filistînê, ji Perû heta Şîlî didome. Dîsa bi taybetî di van demên dawîn de dibe ku wisa xuya bike ku şert û mercên aştiyê hene, lê ew luksa me tune ku em vê yekê ji desthilatdaran hêvî bikin. Aştiya serdest bi biryardariya me ve girêdayî ye. Ji bo gelên vê erdnîgariyê azad bijîn aştî lazim e. Divê em jî li ser bingeheke rêxistinî bin ku vê aştiyê ava bike. Em neçar in ji mirovan re rave bikin ku xefika ku ev welat tê de ye encax bi pêvajoyek aştiyê dikare derbas bibe."   'Em di nav serhildanê de nin'   Esengul Demîr, di axaftina xwe de wiha bal kişand ser qeyranên ku bandorê li jinan dike: "Li vî welatî her roj herî kêm 3 jin tên kuştin. Ev hemû weke tiştên asayî tên dîtin. Lê belê zirardayîna tayek porê jî sedema serhildanê ye. Pergal bi zanebûn kujerên jinan diparêze. Kuştina jinan tenê bi hêrs û sûcê mêran nayê ravekirin. Pergala ku dewleta zilam a serdest li ser jinan ferz dike ev e. Em ji bo hilweşandina pergala serdest a mêr di nava serhildan û berxwedanê de ne."   'Rêya me zelal û ronak e'   Esengul Demîr, anî ziman ku HDK’ê ji damezrandina xwe heta niha bi xebatên xebatên di hemû qadan de, bi taybetî jî têkoşîna jinan armanc dike ku zemîneke hevpar a têkoşînê biafirîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Armanca me hilweşandina vê desthilatdariyê û avêtina kevirên aştiyê ye. Rêya me zelal û ronak e. Tenê em jin dikarin vê siberojê bi serhildan, berxwedan û hêviyê bihûnin."    Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tûlay Hatîmogullari jî di konferansê de axivî. Tûlay Hatîmogullari diyar kir ku têkoşîna hevpar a HDK'ê li dijî pergala serdest e û got, "HDK kongreya ku partiya me jî tê de cih digire ye. Paradîgmaya yekîtiya gelan e."     'Em baş dizanin ku zihniyeteke serdest a mêr heye'   Tûlay Hatîmogullari bal kişand ser zêdebûna qetlîamên li ser jinan ên li Tirkiyeyê û got, "Em ê hewl bidin rewşa jinan a li Tirkiyeyê û herêmê bi awayekî herî baş analîz bikin, bi analîzê têr nebin, em ê bi hev re qala xeta xwe ya têkoşîn û pratîkên di dema pêş de bikin. Em ê planên xwe jî bi hev re nîqaş bikin. Ev rastiyeke ku li vê erdnîgariyê her roj jin tên qetilkirin. Herî dawî me dît ku li Stenbolê qirika jinan bi rêbaza DAIŞ'ê hat birîn. Sedema herî mezin a van kuştinan pergala serdest a mêr û rejîma heyî ye ku destekê dide vê pergalê ye. Binêrin, di bin navê mirinên bi guman de bêhejmar mirin hene. Em baş dizanin ku li pişt her mirina bi guman mirovek heye. Em baş dizanin ku zihniyeteke serdest a mêr heye."   'Niştecihên Esenyurtê ne bi tenê ne'   Tûlay bal kişand ser girtina Şaredarê Esenyurtê Ahmet Ozer ê ku bi modela "lihevhatina bajarî" hat hilbijartin û piştre qeyûm hat tayînkirin û xwest Ahmet Ozer tavilê bê berdan.    Tûlay destnîşan kir ku divê qeyûm biçe û destnîşan kir ku hikûmet vîna gel nas nake.    Tûlay got, "Gelê Esenyurtê ne bi tenê ye."   Tûlay got, "Divê gelên hildibijêrin desthilatdar bin, ne yên tayînkirî" û bal kişand ser êrîşên li dijî hevserokatiyê. Tûlay destnîşan got, "Me got ku hevserokatî û temsîliyeta wekhev xeta me ya binefşî ye û em ê vê yekê bidomînin. Em ê berdewam bikin ku hevserokatî û temsîliyeta wekhev li her derê, li hundir û derve xeta me ya binefşî ye. Ji bo vê em ê bi we re jinên delal têkoşîna xwe bidomînin."   'Em ê aştiyê biparêzin'   Tûlay bal kişand ser nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka kurd jî û wiha got: "Bi rastî em ji vê pêvajoyê re nabêjin pêvajo, divê em jê re nebêjin pêvajo. Geşedan hene. Helbet li ku derê ronîkirina aşitiyê çêbibe divê em ji bo aştiyê têbikoşin. Duh jî bi qeyûmê ku li Esenyurtê hatiye tayînkirin re nîşan dan ku çi kar kirine. Me di vê wateyê de peyama xwe girt. Çi dibe bila bibe, em ê dev ji israra xwe ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk bernedin. Çi dibe bila bibe, ji bo destpêkirina pêvajoya bê pevçûn li Tirkiyeyê û avakirina aştiyeke bi rûmet em ê ti carî dest ji têkoşînê bernedin. Çi dibe bila bibe, em ê li dijî hêzên emperyalîst ên ku her derê Rojhilata Navîn veguherandine pizota agir, têkoşîna aştiyê bidomînin û li ser navê gelan li dijî kesên ku dixwazin wê bikin qada şer, aştiyê biparêzin."   'Em jin bi hev re li dijî kesên ku êrîşî beden, ked û nasnameya me dikin bi hêz in'   Tûlay da zanîn ew ê jin bi hev re bi hêz bin û wiha got:"Em bi paradîgmaya HDK’ê dimeşin. Li gel hemû pêkhateyên di bin HDK’ê de dixebitin, divê em vê rastiyê qebûl bikin û xwe rexne bikin; Ji bo pêşdebirina paradîgmaya HDK’ê divê em gavên pratîktir bavêjin. Pêwîstî bi rêxistinkirina HDK’ê zêdetir heye. Weke rêwiyên rêya sêyemîn em difikirin ku rojên ku em ê bi hev re Komara Demokratîk ava bikin nêzîk in. Şert û mercên objektîf di vê wateyê de teqez mezin bûne û divê em di vê wateyê de xebatên xwe bidomînin. Em bi baweriya xwe ya bi vê yekê re dibêjin ku em jin bi hev re li dijî kesên ku êrîşî beden, ked û nasnameya me dikin bi hêz in."   Di konferansê de Berdevka Meclîsa Jinan DEM Partiyê Halîde Turkoulu û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk a Gelan (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar axivî.    Halîde bal kişand ser taybetmendiya sedsala 21'emîn û got: "Di sedsala 21'ê de serhildanên jin, ciwan, bawerî û gelan heye. Bi taybetî di vê pêvajoya sedsalê de avakirina netew-dewletê ji xwe re krîz kûrtir kiriye. Di vî warî de dema ku em sedsala 21’ê wekî sedsala jinan pênase dikin, em jî dibêjin ku sedsalek cuda ye. Li vir HDK dikeve dewrê. Meclîsên Jinan ên HDK'ê girîngiya hebûn û rêxistinbûna di vê rewşa asê de radigihînin."   'Me silavek ji Îmraliyê wergirt'   Halîde Turkoglu, daxuyand ku li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecridek heye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo hevdîtina ku di demên dawî de pêk hat de me silavek ji Îmraliyê wergirt. Li vir em dîsa rastî rola Birêz Ocalan a di çareseriya pirsgirêka Kurd de hatin û ji bo jiyaneke nû em ê çi bikin. Heta ku tecrîd hebe pirsgirêk nayên çareserkirin û ev jî nîşan dide ku tecrîdek heye ku her cure desteserkirinê rewa dibîne. Di vî warî de rakirina tecrîdê ji bo me jinan weke armanca serdema nû nîşan dide. Ji ber ku îro bi rengekî felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' ya ku li Îmraliyê tê xwestin bê tecrîdkirin e, lê belê ev felsefe xwe li hemû cîhanê dide xuyakirin. Çawa ku îro ev felsefe gerdûnî ye, nîşanî me dide ku çawa bi îlhamê girtinê têkoşîna jinê veguherîne têkoşîneke yekbûyî. Konferansa HDK’ê di vê wateyê de pir girîng e. Di serdemeke ku zext, şer, serdestiya mêr û kuştina jinan ewqasî sîstematîk bûye de, pêwîste em jin berpirsyariyên serhildanê bi cih bînin û li rêyên ku modela jiyana nû bigihînin têkoşîna yekbûyî ya li Rojhilata Navîn, bigerin."    'HDK rêbertiyê dike'   Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgûn Uçar bi silavkirina jinên li salonê dest bi axaftina xwe kir.  Çîgdem, da zanîn ku paradîgmaya HDK’ê di vê qonaxê de di nava hemû civakê de bertek dîtiye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev ferqê derketiye holê. Ji ber ku yek ji pirsgirêkên herî dijwar ên têkoşîna siyasî ya li Tirkiyeyê têkoşîna hevpar bû û dewletê bi negihandina gelan re hewl da sîstema xwe biparêze. HDK’ê bi feraseta ku di vê kêliyê de derxistiye holê ev yek bi ser ketiye û ji bo me rêbertiyê dike."    'Naxwazin Gelê Kurd nas bikin'   Çîgdem, bal kişand ku Şerê Cîhanê yê Sêyemîn îro di meriyetê de ye û destnîşan kir ku destkeftiyên kurdan ên ji vî şerî hewl tê dayîn veguhere bazariyê, bal kişand ser hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re û daxuyaniyên siyasî yên dawî û got: “Em nikarin bibêjin ku ev rewşa ku îro derketiye holê, bûye pêvajo. Belê, piştî 43 mehan bi Birêz Ocalan re hevdîtinek pêk hat, lê di cih de îro qedexeya hevdîtina malbatê ya nû hat ragihandin. Navê vê yekê ne hiqûq, demokrasî û qanûne. Tê wateya ku em Gelê Kurd nas nakin û ez ê li ser Gelê Kurd zext û zordariya xwe bidomînim."   'Li dijî tecrîdê dengek hevpar hewce dike'   Çîgdem li ser pirsa "Sedsala înkarkirina pirsgirêka Kurd çi anî serê vî welatî." û got: “Raberbûn pir girîng e. Bêyî rûbirûbûnê, her pirsgirêk dîsa û dîsa tê pêşiya me. Avabûn û paradîgmaya HDK’ê tam ji bo vê ye. Li aliyekî dewletparêz, yanî siyaseta mêr xwe ferz kir, li aliyê din jî HDK’ê alternatîfeke mezin jê re afirand. Ji ber ku em bi gavên ku me avêtine bi mîrateya ku ji destê me hat girtin, mezin bûn û pêş ketin. Ji dema ku ew bêhêvî dibe, civak bê rêxistin dibe. Di dema ku pirsgirêka Kurd di nava krîzeke wiha de ye, li dijî tecrîda li Îmraliyê tê meşandin divê em dengek hevpar derxin."    'Bila rêya me vekiribe'   Çîgdem wiha dawî li axaftina xwe anî: "Têkoşîna jinê tu carî hêviya xwe winda nekir û tevî hemû zext û zorê jî xwe bi rêxistin kir. Binêrin, her tayek porê me çalakiyek e. Bi boneya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê dirûşmeyên jinan çalakiyek e. Vê nasnameyê gelek tehemûl kiriye û îro di hedefê de ye. Em di serdema herî krîtîk de ne. Ew qas mîrateyên me yên hiqûqî û siyasî hene ku divê em ji niha û pê de vê rêbertiyê bidomînin. Bila rêya me vekiribe."