Belavkirina JINKART'ê dest pê kir
- 10:12 2 Mijdar 2024
- Rojane
AMED - Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo hêsankirina jiyana jinên bê dahat, dest bi belavkirina JINKART'ê kir.
Ji bo xebata JINKART'ê ku ji aliyê Serokatiya Xizmetên Jin û Malbatê ve hatiye destpêkirin da ku jiyana rojane ya jinên di navbera 18-64 salî de yên bê ewlehiya civakî hêsan bike, 8 hezar û 820 serîlêdanên pêşî hatin kirin. Serîlêdan ji aliyê komisyonekê ve hatin lêkolînkirin ku tê de Serokatiya Xizmetên Jin û Malbatê, Serokatiya Çapemenî, Weşan û Têkiliyên Gel, Serokatiya Xizmetên Civakî, endamên meclisa şaredariyê û şaredariyên navçeyan jî cih digirin. Piştî lêkolîna yek bi yek, 7 hezar jin ên ku mercên serîlêdanê pêk anîn bi rêya online û SMS'ê hatin agahdarkirin.
JINKART ji 1400 jinan re hat dayîn
Belavkirina JINKART'ê ku amadekariyên wê hatine temamkirin dest pê kir. Jinên ku mercên serîlêdanê pêk tînin, JINKART'ê ji beşa Çareseriya Di Cih De ya Şaredariya Bajarê Mezin werdigirin. Heya niha 1400 jinan JINKART wergirt û dest bi bikaranînê kir.
Jinên ku bi rêya online û SMS'ê hatine agahdarkirin, dê karibin kartên xwe bi rêkûpêk ji beşa Çareseriya Di Cih De ya Şaredariya Bajarê Mezin werbigirin.
Bi JINKART'ê ku mehane 90 mafê siwarîbûnê tê barkirin, jin dê herwiha ji çalakiyên saziyên civakî û şîrketên Şaredariya Bajarê Mezin bi daxistina ji sedî 20 sûd werbigirin.