Eleqeya ji bo Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê

  • 10:45 2 Mijdar 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo pêşwazîkirina mêvanên Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê jin bi çar destan xwarinê çêdikin û mêvan jî bi dileke germ û xweş xwarina tê amadekirin dikirin. Ev jî bûye sedema festîval rengîn û xweş bibe. 
 
Îsal 10’emîn Festîvala Hinar û Payîzê ya Helebceyê bi beşdariya 600 baxçevan û xwediyên kar li Parka Şarî Yarî ya Helebceyê bi armanca firotina berhemên xwe yên navxweyî, vejandina bazar û sektora geştiyariyê ya deverê, ev sê rojin bi germahiyeke mezin didome.