Dewleta Tirk li Eyn Îsa 3 zarok qetil kirin

  • 15:41 20 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa dewleta Tirk li ser gundê Al Fetsa ta Eyn Îsa de 3 zarokên ku pezê xwe diçêrand hatin qetilkirin.
 
Dewleta Tirk û komên girêdayî wê gundê Fatsa yê dikeve rojhilatê bajarê Eyn Îsa ya Kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hawanan topbaran kir. Di encama êrişê de 3 zarokên ku pezên xwe diçêrand hatin qetilkirin.
 
Navên zarokên hatin  qetilkirin wiha ne: Muslit Zekî El-Xedîp (13), Resûl Munadî El Xedîp (13), Feysel Xazî El-Xedîp (13)