Dewleta Tirk li Eyn Îsa 3 zarok qetil kirin 2024-10-20 15:41:14       NAVENDA NÛÇEYAN - Di encama êrişa dewleta Tirk li ser gundê Al Fetsa ta Eyn Îsa de 3 zarokên ku pezê xwe diçêrand hatin qetilkirin.   Dewleta Tirk û komên girêdayî wê gundê Fatsa yê dikeve rojhilatê bajarê Eyn Îsa ya Kantona Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi hawanan topbaran kir. Di encama êrişê de 3 zarokên ku pezên xwe diçêrand hatin qetilkirin.   Navên zarokên hatin  qetilkirin wiha ne: Muslit Zekî El-Xedîp (13), Resûl Munadî El Xedîp (13), Feysel Xazî El-Xedîp (13)