Rizgarbûna Reqayê hat pîrozkirin

  • 20:13 20 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA NÛÇEYAN-7’emîn salavgera rizgarbûna Reqayê ya ji DAIŞ’ê hat pîrozkirin.
 
Meclisa Rêveber a kantona Reqayê bi wesîleya 7’emîn rizgarkirina Reqayê ya ji destê DAIŞ’ê şahiyek lidarxist.
 
Ji Hevseroka Meclîsa Gelan a  Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Sîham Qeryo û hevserokên Meclisa Rêveber Hisên Osman û Evîn Siwêd û cîgirê wan Gebraîl Şamûn beşdar bûn.Her wiha fermandarên QSDʹê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, rûspiyên êl û eşîran, nûnerên ji Partiya Sûriya Pêşerojê, Kombûna Jinan a Zenûbiya, kombûn û tevgerên jinan û Rêxistinên Civaka Sivîl beşdar bûn.
 
Şahî bi stran û şanoya ji aliyê koma Navenda Çandê Leyalî El Işrîn, Koma Palmêra, koma Hêlîn Cûdî ya stranan û stranên Erebî û Kurdî bidawî bû.