Li Liverpoolê ji bo azadiya Abdullah Ocalan stand hat vekirin

  • 19:37 20 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
NAVENDA  NÛÇEYAN- Di çarçoveya pêngava ‘ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ de li navenda bajarê Liverpoolê stant hat danîn û çalakiyên çandî hatin lidarxistin.
 
Navenda Civaka Kurd di çarçoveya pêngava  ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ li navenda bajarê Liverpool ê Îngilistanê stand danî.
 
Standa ku bi al û wêneyên Rêberê PKK’ê Kurd Abdullah Ocalan hatibû xemilandin, di serî de pirtûkên Abdullah Ocalan, belavok û broşurên li ser Konfederalîzma Demokratîk tê de cih girtin.
 
Kurdistaniyan bê navber dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Yesterday Mandela today Ocalan (duh Mandela îro Ocalan)”  berz kirin û dem bi dem li ber stranan govend gerandin.
 
Rêveberên Navenda Civaka Kurd diyar kirin ku dîlgirtina Abdullah Ocalan  ne tenê ji bo gelê Kurd, divê ji bo gelên cîhanê neyê qebûlkirin û wiha axivîn: “Rêber Apo bi paradîgmaya xwe ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê pergaleke demokratîk a radîkal, wekhevîxwaz û azadîxwaz ava dike. Bi milyonan kes bi fikrên Rêber Apo li dijî hovîtiya DAÎŞ’ê şer dikin. Û ev bi milyonan kes ji bo avakirina jiyaneke bi aştî derketin rê. Ji ber vê yekê gelên ku fikrên Rêber Apo nas dikin li dijî dîlgirtina wî helwestê nîşan didin û girîngiya hevgirtina li dijî faşîzma dewleta Tirk tînin ziman. Heta azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bibe em ê li van kolan û qadan bin."
 
Her wiha li standa ku stran hatin guhdarîkirin, çalakiyên cuda yên çandî hatin lidarxistin û banga xwedîderketin li pêngava azadiya Abdullah Ocalan hatin kirin.