Li Geverê jinekê bi gûman jiyana xwe ji dest da

  • 08:51 20 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN -Hat îddîakirin ku jina bi navê Hulya Duzen li Geverê ji valahiya asansorê ket xwarê û jiyana xwe ji dest da. 
 
Li navçeya Gever a Colemêrgê jina bi navê Hulya Duzen ji ber ketina ji valahiya asansorê bi guman jiyana xwe ji dest da. Hat îddîakirin ku Hulya danê êvarê dema ku ji hevjînê xwe yê notirvan re xwarin dibir avahiya 2 qatî ya Taxa Yeşîlderey, hevsengiya xwe winda kir û ket valahiya asansorê. Di vê navberê de hat destnîşankirin ku Emîrhan Duzen ê ku xwest Hulyayê bigire li heman cihî ketiye û birîndar bûye.  
 
Hulya ya birîndar bû ji aliyê ekîbên tenduristiyê yên lezgîn 112 ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Navçeyê. Tevî mudaxeleya bijîşkan jî Hûlya nehat rizgarkirin.
 
Hate hînbûn ku tedawiya Emîrhan Duzen berdewam dike.