Li Mêrdînê qedexe û serdegirtinên malan

  • 08:48 20 Cotmeh 2024
  • Rojane
 
 
MÊRDÎN - Li navçeya Stewrê piştî qedexeya derketina derve hat ragihandin bi ser malan de hate girtin. Hat zanîn ku heta niha 3 kes hatine binçavkirin. 
 
Li gundê Barman û Elfanê yên navçeya Stewrê yên Mêrdînê qedexeya derketina kolanan hate ragihandin. Piştî biryara Walîtiya Mêrdînê, îro di danê sibehê de li herdu gundan jî bi ser malan de hate girtin. Tîmên tevgera taybet ên cendirmeyan gund dorpêç kirin û piştre jî tevî kûçikan bi ser malan de girtin. 
 
Tevî bertekan jî bi kûçikan lêgerîn hate kirin, mal hatin serûbinkirin û gef li welatiyan hatin xwarin. Di serdegirtinên malan ên li gundê Barmanê de Mehmet Erdem, Huseyîn Gunay û Alî Gunay hatin binçavkirin.