ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2024'AN

  • 09:00 16 Cotmeh 2024
  • Rojev
 
* Li taxa Karşiyaka ya Wanê jinan derbarê krîza aborî de ji ajansa me re nirxandin kirin û wiha gotin: “Her tişt bihaye. Zarokên me baş xwedî nabin. Sedema vê krîzê kesên 22 sal in di rêveberiyê de ne. Serokomar bixwaze dikare dawî li vê krîzê bîne.” BI DÎMEN 
 
*Aktîvîsta TJA’yê Edîbe Babur der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş û mirinên li girtîgehan pêk tên de axivî û got: “Girtîgeh veguherîne goristanê. Li dijî cenazeyên ji girtîgehan dertên divê gel rabin ser piyan. Divê hemû Kurdistan li dijî vê çalakiyan bide destpêkirin.” DÎMEN HEYE
 
*Bertekên jinan ên li dijî qetilkirinên jinan didomin û diyar kirin ku ew li dijî zîhniyeta serdest wê dest ji kolan û rêxistinbûnê bernedin. 
DÎMEN HEYE
 
*Jinên ku çûyîna wan a Mîtînga Azadiyê ya Amedê hat astengkirin wiha gotin: “Em dîsa jî aştî û wekheviyê dixwazin. Dewlet jî ji bo aştiyê yek gavekê navêje. Me destê aştiyê dirêj kir lê desthilatdarî wê jî qebûl nake.” DÎMEN HEYE