Li gundê Peyasê Semînera Pençeşêra Pêsîrê

  • 10:36 18 Cotmeh 2024
  • Tenduristî/Werzîş
 
AMED - Gerînendetiya Jin û Malbêtê ya Şaredariya Peyasê û Şaxa Sendîqaya Karkeran a Tendirûstî û Civakî(SES) a Amedê, bi xebateke hevpar li gundê Karayakubê bi sedema meha hişyariya penceşêra pêsîrêya jinan semînerek li dar xistin.
 
Bi boneya meha hişyariyê ya penceşêra pêsîrê, bi xebatek e hevpar Gerînendetiya Jin û Malbatê ya Şaredariya Peyasê û Şaxa Sendîqaya Karkeran a Tendirûstî û Civakî (SES) a Amedê li Gundê Karayakupê semînerek ji bo jinan li dar xistin. Di semînerê de der barê nîşaneyên penceşêra pêsîrê,çawaniya xweserî û dermankirinê de gahî hatin dayîn.
 
Zarok bi lîstikan kêfxweş bûn
 
Yekîneya Gerînendetiya Jin û Malbatê dema ku di perwerdehiya semînerê de agahî didan jinên li gundê, ji bo zarokan jî bi xebatên muzîk, şano û lîstikên curbecur şahiyek li dar xistin û bi lîstikan zarok kêfxweş kirin.