ROJEVA 16'Ê COTMEHA 2024'AN 2024-10-16 09:00:00     * Li taxa Karşiyaka ya Wanê jinan derbarê krîza aborî de ji ajansa me re nirxandin kirin û wiha gotin: “Her tişt bihaye. Zarokên me baş xwedî nabin. Sedema vê krîzê kesên 22 sal in di rêveberiyê de ne. Serokomar bixwaze dikare dawî li vê krîzê bîne.” BI DÎMEN    *Aktîvîsta TJA’yê Edîbe Babur der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, rewşa girtiyên nexweş û mirinên li girtîgehan pêk tên de axivî û got: “Girtîgeh veguherîne goristanê. Li dijî cenazeyên ji girtîgehan dertên divê gel rabin ser piyan. Divê hemû Kurdistan li dijî vê çalakiyan bide destpêkirin.” DÎMEN HEYE   *Bertekên jinan ên li dijî qetilkirinên jinan didomin û diyar kirin ku ew li dijî zîhniyeta serdest wê dest ji kolan û rêxistinbûnê bernedin.  DÎMEN HEYE   *Jinên ku çûyîna wan a Mîtînga Azadiyê ya Amedê hat astengkirin wiha gotin: “Em dîsa jî aştî û wekheviyê dixwazin. Dewlet jî ji bo aştiyê yek gavekê navêje. Me destê aştiyê dirêj kir lê desthilatdarî wê jî qebûl nake.” DÎMEN HEYE