Greva birçîbûnê bidawî bû: Li dijî tecrîdê têkoşîn wê bidome

  • 21:53 18 Çile 2023
  • Rojane
ÎZMÎR - Greva birçîbûnê ya sê rojan ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan yên girtîgehan hatibû destpêkirin bidawî bû. Çalakgeran banga hestiyariyê li rayagiştî kirin ku bibin dengê girtiyan.
 
Çalakiya greva birçîbûnê ya sê rojan ku bi pêşengiya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) û Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) bi armanca balê bikşînin ser tecrîdê û binpêkirina mafan ya li girtîgehan, li Şanoya Ciwanan a Kulturparkê pêk hat û bi bernameyekê bidawî bû. Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û gelek welatî tevli bûn. Di bernameyê de lîstika şanoyê ya ‘Mirin di xewde bû’ ya ku derhêneriya wê Onurcan Çelebî dikir û Ahmet Uçar dilîst hat lîstin.
 
Hevserokê ESP’ê Bîrkan Polat axivî û da zanîn ku bi salan e li girtîgehan binpêkirin didomin û bang li rayagitşî ya demokratîk û rêxistinên maf kir ku bibin dengê girtiyan.
 
Piştre Fehîme Poyraz axivî û balkişand ser şertên tecrîdê û got bila derî vebibin û girtî azad bin. Parlamenterê HDP’ê yê Îzmîrê Murat Çepnî jî li dijî binpêkirinan bang li gel kir ku bersivek xurt bê dayîn û got wê têkoşîna wan bidome.