Qetilkirina Nora El Ehmed hat şermezarkirin

  • 18:41 18 Çile 2023
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Yekitiya Mamosteyan a Heleb û Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê qetilkirina mamoste Nora El Ehmed û zaroka wê şermezar kirin.
 
Li taxa El Meşleb a li aliyê rojhilatê bajarê Reqayê duşema borî, jina ducanî bi navê ‎Nora El Ehmed (25) û zaroka wê hatin qetilkirin. ‎ Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya ya Minbicê têkildarî qetilkirina jina ducanî û zaroka wê ya 8 salî li taxa Meşleb a Reqayê daxuyaniyek da. 
 
Endama rêveber a Nivîsgeha Kombûna Jinan a Zenûbiya Roweyda Henîzil bi beşdariya endamên kombûnê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, Meclisa Jinan daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de pankartên ‘Ji qetilkirina jinê re na’ hatin hildan.
 
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin qetilkirina mamoste Nora sûceke din sûcên hember jinê zêde kiriye. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku jin û zarok azarên tundî û krîmînîzalkirinê dikişînin. Dawiya daxuyaniyê de bang li tevahî saziyên hiqûqî û rêxistinan kir ku li dijî zilma li ser jinan bisekinin.
 
Heleb
 
Yekitiya Mamosteyan a Heleb jî li dibistana Qehreman a taxa ‎Şêxmeqsûdê têkildarî qetilkirina mamoste Nora El Ehmed û zaroka wê daxuyaniyek da.‎Endama rêveber a Yekitiya Mamosteyan Fatme Bes daxuyanî xwend.‎ 
 
Di daxuyaniyê qetilkirina Nora û zaroka wê hatin şermezarkirn. Di daxuyaniyê de bang li aliyên peywendîdar, civaka navneteweyî, rêxistina parastina mafên ‎jinan, Yekitiya Mamosteyan a Reqayê hat kirin ku balê bikşînin ser sûcên ku mafên ‎mirovan binpê dike û tedbîrên pêwîst bigirin da ku mamosteyan biparêzin ‎